Qeymeqamê Tirk nehişt HDP buroya hilbijartinê veke

HDP'ê xwest li herêma Estel a Mîdyatê buroya hilbijartinê veke, lê belê qeymeqam Huseyîn Tekîn destûr neda.

Buroya hilbijartinê ya HDP'ê wê doh li kolana Seyfettîn Guneşten a taxa Yenî ya navçeya Mîdyat a Mêrdînê bihata vekirin, lê belê qeymeqamtiyê destûr neda.

Di nivîsa qeymeqamtiyê de ku mohra qeymeqam Huseyîn Tekîn li binî bû, hate îdîakirin ku ji ber sedema "ewlekariyê" wê destûr ji vekirina buroya hilbijartinê re neyê dayin.

HDP amadekariyan dike ku li Serdozgeriya Komarê ya Mîdyatê giliyê qeymeqam Tekîn bike. Buroya hilbijartinê jî wê rojên bê veke.