Qetlîamker li Roboskiyê bîranînê asteng dikin
Dewleta Tirk, nahêle yên di qetlîama Roboskiyê de hatine qetilkirin bên bibîranîn.
Dewleta Tirk, nahêle yên di qetlîama Roboskiyê de hatine qetilkirin bên bibîranîn.
Hikûmeta AKP’ê, bîranîna kesên ku di Qetlîama Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane, asteng dike. Leşkerên Tirk rêyên gund girtine, her wiha rêya diçe Goristana Roboskiyê ya ku gorên kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane lê ne, girtine. Li nav gund jî gelek wesayîtên zirxî yên Kîrpî û Akrep hatin bicihkirin.
Li gund jî 25’ê Kanûnê Serokê Roboskî-Der Velî Encu, Taybet Encu û aktîvîstên aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali, Meral Geylanî, duh jî Hîkmet Alma û Ûbeydûllah Encu hatibûn binçavkirin.
Fermandariya Alaya Gulyaziyê jî gefa, “Eger hûn bîranînê li dar bixin, wê binçavî bêne girtin” li gundiyan xwaribû.