Qetlîama Kortekê li Mexmûrê hate protestokirin

Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) qetlîama dewleta Tirk a li Kortekê kiribû, hate protestokirin.

Li wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî komkujiya dewleta Tirk a ku di 27’ê Hezîranê de li Kortek a ser bi Binarê Qendîlê pêk anî, bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.

Beriya ku daxuyanî were destpêkirin, di kesayeta şehîdên Kortekê de ji bo tevayî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Mexmûrê Huseyîn Kara ve hat dayîn.

Huseyîn Kara bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê û wiha got: “Em hemû jî dizanin ku ev demeke ji aliyê artêşa Tirk ve xaka başûrê Kurdistanê bi balefiran tê bombebarankirin. Ji bo dewleta Tirk ferqa di navbera parçeyên Kurdistanê û Kurdan de nake, yanî ji bo dewleta Tirk tenê Kurd be bes e, li ku derê dibe bila bibe êrîşî wan dike. Dewleta Tirk bi hinceta ku gerîla li wan qadan e, êrîşê dibe ser gelê Başûrê Kurdistanê. Dema em li dîroka gelê Kurd dinêrîn ji salên 1960’î heta niha êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd berdewam e. Armanca wan ew e ku bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê tevayî parçeyên din yên Kurdistanê têxin bin kontrola xwe”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serkok Apo, Bijî Berxwedan û Şehîd Namirin’ bi dawî bû.