Qefle bi qefle koçî Efrînê dikin
Ji herêmên cihê yên Bakurê Sûriyeyê, hezar û 500 koçberên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ'ê direvin, xwe gihandin Kantona Efrînê.
Ji herêmên cihê yên Bakurê Sûriyeyê, hezar û 500 koçberên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ'ê direvin, xwe gihandin Kantona Efrînê.
Pêla koçberên ji Şehbayê û herêmên din ên Sûriyeyê a ber bi Kantona Efrînê didome. Îro jî piraniya wê jin, zarok û kal û pîr, hezar û 500 kes hatin Kantona Efrînê.
Bi sedan kesên ku ji Reqa, Tebqa, Meskene, Dêr Hafir, Halep û bajarên Iraqê ji gundê Qetmeyê yê Şerayê gihiştin Kantona Efrînê. Koçberên li kampên Şehba û Rûbarê hatin bi cih kirin, ji ber sersariya saziyên navneteweyî di nav şertên zehmet de dijîn.
Felah Mûstafa yê ku Tirkmen e û ji Iraqê koç kiriye, diyar kir ku şervanan ew anîne herêmên ewle. Koçberên ji Şehba û herêmên din jî diyar kirin ku, çeteyên DAIŞ’ê û artêşa Tirk demografiya herêmê diguherînin.
Ji aliyê din ve jî koçberên ku xwe digihînin kantonê, ji aliyê Hêzên Asayîşê li kampên Rûbar û Şehbayê tên bi cih kirin.