Qedexeya li Wanê hate dirêjkirin
Li Wanê ‘qedexeya çalakî û kombûnan’ a ku 1354 roj in didome, careke din hate dirêjkirin.
Li Wanê ‘qedexeya çalakî û kombûnan’ a ku 1354 roj in didome, careke din hate dirêjkirin.
Walîtiya Wanê ‘qedexeya çalakî û kombûnan’ a ku ji 21’ê Mijdara 2016’an û vir ve didome, careke din dirêj kir.
Qedexeya ku 1354 roj in didome, 15 rojan dîsa hate dirêjkirin û wê heta 20’ê Tebaxê bidome.