‘Qedexe’ danîn ser gundê ku leşkeran êşkence li gundiyan kirî!

Ketin û derketina gundê Timokê ku leşkeran bi ser de girtin û êşkence li 2 kesan kirin, hat "qedexe" kirin.

Ketin û derketina gundê Timok (Gumuşorgu) ê navçeya Hezo ya Êlihê ku piştî êrîşa leşkerên Tirk a li ser serê Yahya Karabaş û Sadûllah Karabaş û êşkenceya li wan hat kirin, hat qedexekirin.

Heyeta ku di nav de Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran jî hebû, xwest biçe gund û li ser serdegirtin û êşkenceyê lêkolîn bike, lê bi hinceta "Biryara qedexeyê" heye hat astengkirin.

Heyeta ku di nav de Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Hurriyet Kaytar jî hebûn, ji aliyê leşkerên li Qereqola Cendirmeyan a Timokê ve hatin astengkirin.

Midûrê Emniyeta ku 7 rojan "biryara qedexeyê" ya walîtiyê nîşanî heyetê da, îdia kir ku ev biryar ji ber operasyonên leşkerî yên li herêmê tên kirin, hatiye girtin.

'ÎSPATA ŞKENCEYÊ'

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku armanca sereke veşartina armanca êşkenceyê ye.

Başaran got, “Gundiyên li vir bi rojan rastî êşkenceyê hatin. Em dixwazin bi gundiyên êşkence dîtine re hevdîtinê bikin. Ji ber ku em ji jiyana gundiyan bi fikar in, em dixwazin bi wan re têkiliyê deynin. Ev biryara qedexeya 7 rojan ne hiqûqî ye. Her kesê ku şirîkê vê bêhiqûqiyê be wê li pêşberî darazê hesab bide. Hem kesên ku ev biryar girtin û hem jî yên êşkence li gundiyan kirinî wê li pêşberî hiqûqê hesab bidin. Ev qedexe îspata êşkenceyê ye. Em vê bişopînin."

Pişt re heyetê çû serdana Yahya Karabaş ê rastî êşeknce hatî û li navenda bajêr li cem xizmên xwe dima.