‘Qasim Şeşo gefa sixûrtiyê li min xwar’
Welatiyê Xanesorê yê bi navê Necîp Bapîr Îlyas diyar kir ku Qasim Şeşo gefa girtinê lê xwariye û daxwaz jê kiriye endamên PKK’ê birevîne.
Welatiyê Xanesorê yê bi navê Necîp Bapîr Îlyas diyar kir ku Qasim Şeşo gefa girtinê lê xwariye û daxwaz jê kiriye endamên PKK’ê birevîne.
Piştî êrîşên çeteyên PDK’ê 3’yê Adarê li ser bajarokê Xanesor heta roja îro bê navber çeteyên PDK’ê bi polîtîkayên cûrbecûr ketine nav hewlidana ku gelê bajarokê Xanesorê û welatiyên Êzîdî bike sîxûr. Welatiyê bi navê Necîp Bapîr Îlyas li ser kiryarên PDK’ê ji ajansa me re axivî.
‘QASIM ŞEŞO JI MIN XWEST EZ KADROYÊ PKK’Ê BIREVÎNIM’
Welatiyê bi navê Necîp Bapîr Îlyas di destpêka axavtina xwe de diyar kir ku dema 5’ê Nîsanê çûyî bajarokê Sinûnê, asayîşa PDK’ê ew girtin, birin cem Qasim Şeşo û wiha got: “Qasim Şeşo 3 sîle li min xistin, bi ser min de hat. Qasim got; ‘Tu yê biçî Xanesorê, divê tu her roj 3 an jî 4 kesan ji PKK’ê qut bikî bînî li gel me. Tu jina xwe û kurê xwe jî ji nava PKK’ê xilas dikî û mala xwe ji Xanesorê tînî, ez ê li Şerfedîn malekê bidim te û tu jî li vir li gel me bimîne. Ez ê mûçe bidim te, kurê te û jina te.’ Min ji Qasim re got ez nikarim werim ez ê çawa werim, asayişa Qasim hat her du destê min ji pişt ve kelepçe kirin, ez girtim û li min xistin. Piştî wê ji min re gotin an tê gotinan ji PKK’ê re bêjî, dema min got ez ji PKK’ê re tiştkê nabêjim. Pişt re gazî asayişê kir û got em ê te salekê bigrin. Asayîşê ez dîsa birim cem Qasim Şeşo û got in; ‘Bînin, carê nebin Dohukê ez carek din gotinên wî guhdar bikim.’ Dîsa Qasim Şeşo sîleyek din li min xist û got: ‘An tu yê bêjî PKK’e jî mîna DAIŞ’ê zarokan didizin.’ Ez jî tirsiyam, neçar mam ku bi gotina wan bikim. An jî wê ez biribana Dohukê êdî min ne mala xwe didît ne jî êdî dihiştin ez bêm Xanesorê.”
‘QASIM ŞEŞO BI DÎMEN GEF LI MIN XWAR’
Îlyas diyar kir ku Şeşo ew bi girtin û avêtina zindanê tehdit kiriye û wiha got: “Min jî got xem nîne dîmenê min kişand got ger tu çûyî te kurê xwe û hevjîna xwe ji PKK’ê qut nekir, an tu tevlî me bibî, an em te bernadin û em ê dîmenê te li ser facebookê belav bikin. Ji ber tirsa canê xwe min jî got temam dîmenê min belav nekin, ez ê bi ya we bikim. Ez ê biçim mala xwe bînim li gel Şerfedîn. Ji min re got in; ‘Eger tu nehatî em ê vî dîmenê te belav bikin.’ Min got temam eger ez nehatim hûn dîmenê min belav bikin. Wê gavê tenê ez ji destê wan xilas bibim, min jî got temam.”
‘PDK’E BÛYE DAIŞ Û KETIYE NAVA CIVAKA ÊZİDÎ’
Necîp Bapîr Îlyas destnîşan kir ku ji derveyî PKK’ê kesek yê Êzidiyan nîne û wiha pêde çû: “Ma kê ji me re kir, ji xeynî PKK’ê. Di dema fermanê de PKK’ em ji destê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê xilas kirin. Dayîkên me yên temen mezin û zilamê me yên kal li pişta xwe kirin ji ber êrîşên DAIŞ’ê rizgar kirin. Di nava wan zor û zehmetiyan de yê ku nan û av ji zarokên me re û gelê me re anîn PKK bû. Li kêleka wê jî PDK’ bê ku li pişt xwe binêre, gelê me bi fermanê re û li himber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re rû bi rû bûn û ew tenê hiştin. Niha jî tên her roj yekî ji gelê me digrin, radibin me dibêjin an hûnê gef li PKK’ê bixwin an jî mala xwe bînin li gel me. Ma em ê mala xwe bibin kûderê? Mala me li vir e, Xanesor cih û warê bav û kalê me ye. Ez ji mala xwe naçim xaniyê yek din . Çi dibe bila bibe ez terka mala xwe, cih û warê bav û kalê xwe nakim. Ez Dohuk û Zaxo naxwazim. Eger pêwîstiyek min hebe jî va Rojavayê Kurdistanê nêzî me ye, em ê biçin li wir pêwîstiyên xwe pêşwazî bikin. Her roj wê hinek ji me bigrin û binçav bikin. Ew DAIŞ in her roj me digrin. Ma ev ne sûc e ku her roj yekî ji me digrin û ne sûc e ku me bi darê zorê bigrin gel xwe. Mirov xwedî vînek azad e, kî dixwaze li kû û çawa bijî wê wiha bijî. PDK bûye DAIŞ û ketine nava me.”
Îlyas axaftina xwe wiha domand: “Yê ku dengê me guhdar dike, bila bibihîse ku PDK tenê rastiyek wan heye, ew jî em firotin DAIŞ’ê û dîsa di 3’yê Adarê de çeteyên PDK’ê êrîşî me kirin û gelê me kuştin. Ma kê di 3’yê Adarê de em kuştin, ma ne dîsa welatiyên Êzîdî kuştin, ew bi xwe DAIŞ in. Bila gelê me yê Êzîdî guhdar bikin, neçin nebin çeteyên PDK’ê. Wan dixapînin dibêjin werin em ê mehê 7 sed hezarî bidin we, ev hemû derewin.”
‘BILA ÊZIDIYÊN NAVA PDK’Ê VEGERIN NAVA GEL’
Îlyas bang li Êzidiyên nava PDK’ê kir ku vegerin ser axa xwe ya pîroz û cihê xwe cem gelê xwe bigirin û got: “Vaye 12 hezar pêşmerg li Şengalê hene, lê belê yek jî di herêma Başûrê Kurdistanê de ne fermî ye. Her yekê ji wan 2 mehan an jî 3 mehan tenê 3 sed dolar didinê, an jî nadinê, dibêjin ka werin. Kesên ku gihiştine çeteyên PDK’ê bila vegerin li ser xaka xwe ya pîroz Xanesorê, ji bo xwe û gelê xwe bi rûmeta xwe bijîn. Baştir e ji bê minetiya PDK’ê.”
Di dawiyê de Îlyas banga vegerê li civaka Êzidî kir û ev tişt got: “5’ê Nîsanê dema ez ji Şerfedîn dihatim ew kesên ku di dema fermanê de dayîk û kalên me girtîn bi saxî xistin tenûran de û agir berdan canan û ew şewitandin. Ji êla Tata ji gundê Girê Zirka niha jî hatine asayîşa di navbera Sinûnê û Xanesorê bi cih bûne. Gelê me yê ku niha çûne Zaxo, Duhok û li kampa de dijîn, banga min ji bo wan; werin li ser axa xwe ya pîroz, niha rewşa li vir ji her cihê ji me re hîn bi ewletir û rûmetir e.Pir axaftinên nerast li ser PKK’ ê dibêjin, Qasim Dirbo yek ji fermandarê PDK’ê ye, ew û birayê xwe herdu navê wan li Xanesorê heye û her meh xiztmeguzariya Şengalê ar dide wan.”