PYD û Koordînasyona Jinan a Herêma Firatê êrişa li Kobanê şermezar kir

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê û PYD`ê êrişa balafirên bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî Kobanê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk vîna jinên azad dike hedef.

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), daxuyanî dan û tê de êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê li ser rêya di navbera Êdiq û Textê de yên Kobanê de, şermezar kir.

DAXUYANIYA KOORDÎNASYONA JINAN

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişa balafira bêmirov a li dijî Kobanê ku di encamê de 3 şervan şehîd bûne, şermezar kir.

Seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê Cîhan Derwîş li pêşiya Meclisa Rêveber daxuyanî xwend. Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl a kantona Kobanê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk armanc dike gelên azadîxwaz qir bike, ji ber wê Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran dike û bi rêya balafirên bêmirov sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, da ku tirsê di nava şêniyan de belav bike û destkeftiyên gelên herêmê têk bibe ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li Kobanê hat kirin ku di encamê de 3 jin şehîd bûn û hat gotin: “Di nava wan de hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Herêma Firatê Rûdîn Mihemed hebû, dewleta Tirk ji vê êrişê armanc dike vîna jinan têk bibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û jinan û gelên azadîxwaz hat kirin ku têkoşînê mezin bikin û fişarê li hikumeta AKP`ê bikin û rê li pêşiya sûcên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

DAXUYANIYA PYD`Ê YA HERÊMA FIRATÊ

PYD`ê li Qada Azadî ya li Kobanê daxuyanî da. Bi dehan endamên partiyê li cihê çalakiyê hazir bûn.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Herêma Firatê Bekir Hec Îsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de PYD`ê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li dijî nirxên mirovahiyê ne û vîna gelên azadîxwaz dikin hedef.

PYD`ê di daxuyaniyê de bang li kurdistaniyan, gelên herêmê û hêzên neteweyî kir ku piştgiriyê bidin şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xiyanetê û mudaxeleyên dewleta Tirk di herêmê de şermezar bikin.

PYD`ê di daxuyaniya xwe de êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a li Kobanê şermezar kir û diyar kir ku ew êriş li dijî kesayeta jina azad e ku Erdogan û amûrên wê (DAIŞ) têk biriye.

Her wiha êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got: “Çi dikin bila bikin ew nikarin vîna gelê me û hêzên me têk bibin û dê di dawiyê de mîna DAIŞ`ê têk biçin.”

PYD`ê bang li hêzên garantorên lihevkirina agirbestê kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên domdar bigirin û bang li rêxistinên hiqûqî û yên navneteweyî kir ku li hember van sûcan bê deng nemînin.