Protestoyên Îranê çima û çawa dest pê kirin? Gel çi dixwazin?

Edîtorê beşa Farsî ya ANF’ê Karwan Hewram çalakiyên li Îranê nirxand û got, di sala 40’î ya şoreşa Îslamê de gel ne bi polîtîkayên muhefezekar ediliye û ne jî bi polîtîkayên reformîst selihiye.

Nûçegihanê Rojhilatî, edîtorê xwedî tecrûbe yê beşa Farsî ya ANF’ê Karwan Hewram got polîtîkaya rejîma Îranê polîtîkaya bi birçîbûnê terbiyekirin e û çalakî weke ‘şoreşa birçiyan’ bi nav kir. Hewram diyar kir ku pergala Îranê ev 40 sal in civakê bi rêveberiya reformîst û mihefezekaran diçewisîne û diyar kir ev teqîna 40 salan e. Hewram got, ‘ev pergal ne diedile û ne jî diselihe’’.

EV 40 SAL IN REJÎMA ÎRANÊ LI SER CIVAKÊ FIŞARÊ DIKE

Hewram li ser çalakiyên ku van çar rojên dawî pêşî li Meşhedê dest pê kirî û li hemû Îran û Rojhilat belav bûyî got rejîma despotîk a li Îranê ji mêj ve ye ku fişarê li ser civakê dike, rejîma berdest a Îranê ji bo ku gelên Îranê nekeve ber bayê guherîn û veguherînê yê Rojhilata Navîn gelek kêferat kiriye, ne tenê li ser gelê Kurd, ku pêvajoya şoreşê ya li parçeyên dî bandor lê kirî, her wiha hemû daxwazên siyasî yên gelên Îranê çewisandine. Hewram diyar kir ku rejîmê li Îranê tiştekî bi navê muxalefetê nehiştiye; ji keskan ta bi sosyalîstan, demokrat û reformîstên rastî hemû hatine sirgûnkirin an jî di zindanan de hatine bicihkirin.

Hewram diyar kir li Tunis, Misir, Lîbya û Sûriyê ên bi rejîmên destpotîk ketin ber bayê guherînê lê Îran heta niha şer li derve hiştiye û bi rengekî ev asteng kiriye lê hem sînordarkirina pergala navnetewî û hem jî ji ber ku êdî polîtîkayên çewisandinê ên rejîmê ji hêla gelan ve nedihate ragirtin krîza aborî ev rewş bi xwe re aniye.

DERFETÊN MADDÎ NE JI BO BAŞKIRINA ABOROYÊ HATE BEKARANÎN

Hewram diyar kir ku rejîma Îranê ji 1979’an ve derfetên maddî yên ne ji bo başkirina rewşa aborî ya gel bi kar aniye lê ji bo ku îdelojojiya belav bike bi kar aniye û her wiha çi dema ku azadî, demokrasî, mafên meşrû bûye rojev rejîmê ev weke ‘lîstika hêzên derve’, ‘fitnê’ bi nav kiriye.

LÎSTIKA DI NAVBERA MUHAFEZAKAR Û REFORMÎSTAN DE

Hewram diyar kir pergala Îranê ketiye krîzê, heta niha desthilatdariyê ev înkar kiriye lê êdî hatiye rewşeke wiha ku nema dikare înkar bike. Hewram diyar kir ku di hilbijartinê de gel şansek daye reformîstan, bihêviya guherînê ev şans daye û Rûhanî aniye li desthilatdariyê lê Rûhanî jî bûye parçeyek ji pergalê û got civaka Îran êli gel ku 55 ji 100’î ji jinan pêk tê jî di kabîneya Rûhanî de yek wezîreke jin nîn e û her wiha ji gelên Kurd, Azerî, Bellûcî, Ereb û hwd. ku 50 ji 100’î nifûsa gelên Îranê pêk tînin di kabîneyê de nîn in.

LÎSTIKA DEMOKRASIYÊ

Hewram li ser pergala rêveberiyê ya Îranê jî got li Îranê kesên ku dixwazin siyasetê bikin divê şertên pergala feqî (welayeta fikihê) qebûl bikin , ku rasterast bi ser Xameney ve ye û ji hêla wî ve endamên wê diyar dibin, ev 40 sal in li Îranê her tiş ji bo berjewendiya şoreşê têne bikaranîn; her çendî li holê muhafazkarên bi ser Xamaney û Pasdaran û yên ku îdîa dikin ku reformîst in hebin jî du alî jî dixwazin hêviya gel bi pergalê ve girêbidin û ji bo gel bixapînin lîstika demokrasiyê dilîzin.

Hewram her wiha got ku Mihemed Xatemî reformîst bûye, di desthilatdariya 8 salan de zexteke mezin li ser civakê kiriye, di rojekê de 79 rojname û kovar dane girtin, weke Erdogan ku li Tirkiyê dike. Li ser Mehmûd Ehmedînejad ê mihefezakar jî got ew jî ji kuştina bi hezaran kesên li Rojhilatê û Îranê berpirs bûye, têkiliya bi dinyayê têk biriye.

CIVAK ÊDÎ PERGALÊ NEMA RADIGIRE

Hewram diyar kir ku li Meşhedê ku weke keleha netewperestiya Fars tê zanîn cara pêşî ye ku bi vê astê çalakî dibin. Bajarê Kumê ku çalak îlê dibin jî weke bajarekî sembol nîşan da, her wiha Îsafaxan jî weke paytexta ne fermî ya Îranê tê zanîn û li vir jî çalakî dibin û ev jî nîşan dide ku civak êdî rêveberiya heyî û pergalê naxwaze; piştî şoreşê dihate gotin ev şoreş herî pir 40 salan dikare bimîne, civak êdî nema dikare pergalê ragire.

Hewram bal kişande ser erdheja Kirmaşanê û got rejîmê dest j ili ser alîkariya ji bo erdhejê hatibû danî, li Kirmaşanê piştî erdhejê nêzî 20 kesî xwe kuştiye, ji ber sedema neçariyê, hejariyê û cihekî wan tinebûye û got ji bo vê jî di çalakiyan de, ‘’Ji rejîmê re mirin’, ‘’Ji diktatoriyê re mirin’ tê gotin.

HEM JI BO ABORIYÊ Û HEM JI BO DAXWAZÊN POLÎTÎK

Hewram bi domdarî diyar kir ku çalakî dema ku nû dest pê kirin dirûş bi giştî bi naveroka aborî bûn û jixwe yek ji polîtîkaya sereke ya rejîmê jî ew bû ku gel bi birçîbûnê terbiye bike û jixwe mirov nikare van ji hev qut bike û ji bilî birçîtiyê li Îranê ti qadeke ku gel bikaribin hilmekê bistînin nemaye, partiyên siyasî nemane, rewşenbîr nemane, mafên civakî, jinan nemane, ti siberojeke ciwanan nîn e. Hewram got ev hemû jî sedemên polîtîk in.

REFORMÎST EV 20 SAL IN CIVAKÊ DIXAPÎNIN

Hewram got çalakiyên wiha 2009’an, 1997 û 2005’an jî hatine kirin, çalakvan piranî bi ciwanên zanîngehê bûne û bi Tehranê re sînodar bûne lê niha çalakî li Meşhed, Kum û Îsfaxanê dest pê dikin, li hemû Îranê belav dibin û dibêjin ew nema li malên xwe vedigerin û ji bo vê jî gelek kes ji vê re ‘şoreşa birçiyan’ dibêjin.

Hewram her wiha diyar kir berê reformîstan li dijî muhazakaran û artêşê çalakî dikir lê niha ev çalakî li dijî reformîstan in jî.

Hewram diyar kir ku ev çalakî hem li dijî muhazakaran û hem li dijî reformîstan e û diyar kir ku gel ji bo vê dibêje, ‘’Ji dîktator re mirin, ji Rûhanî re mirin, ji Komara Îslamî re mirin, ji Hîzbûllah re mirin’ û civakê baş fêhm kiriye ku bi reformê pergal naguhere, ev pergal ne diedile ne jî diselihe.

GEL NAXWAZE VÊ CARÊ JÎ ŞOREŞ WERE DIZÎN

Hewram diyar kir ku rejîm bi ser gel de biçe gel bi paş de gav navêje û gel naxwaze vê carê jî molla şoreşê ji gel bidizin.

Hewram got pêşengiya raperînê dikeve ser şoreşger, rewşenbîr, gel, ciwan, jinan û hemû beşên civakî, divê ji rabirduyê derst werin standin û bêyî ku li benda mudaheleya li derve bimînin ev peywir were bicihanîn.

Karwan Hewram herî dawî diyar kir ku li çalakiyên Meşhedê dirûşmên ‘Ji bihabûna jiyanê re mirin’ li Kirmaşanê jî ‘ji girtiyên azadî re azadî’ têne gotin û got ev du dirûşm dikarin werin cem hev, ji ber ku gelên Îranê hîn bûne ku bi hev re bijîn, mil dane hev, dîktatorî hilweşandine û got dema ku hêzên şoreşger, rêber, bi bernameyeke demokratîk werin cem hev dikarin bi ser bixin, gel gi vê dizane û ji bo vê jî dirûşma, ‘’Netirsin, netirsin, em hemû li cem hev in’ tê gotin û e jî peyamek e, gel bang li hêzên bi îdîaya şoreşê dike û dibêjin em bi hev re bimeşin.