Polîsên Tirk li nava kolanê ciwaneke Kurd êşkence kirin

Ciwanê bi navê Welat Înan ê li Sêrtê ji kar vedigeriya malê rastî şîdeta polîsan hat.

Polîsên Tirk li Taxa Yenîmahalle ya Sêrtê rê li ciwanê bi navê Welat Înan ê ku piştî kar bi hevalên xwe re vedigeriya malê, girt.

4 polîsên Yûnûs bêyî ku bi Înan re diyalogê bikin li nava kolanê êrîş kirin, demeke dirêj dest bi êşkenceyê kirin. Welatiyên derdor xwestin mudaxeleyî polîsên ku şîdet li Înan ê di nava xwînê de mabû bikin, lê polîsan dijûn dane gel.

Înan piştî şîdeta lê hatî kirin, ji aliyê polîsên din ên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin ve birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê malbata Înan ve hatine dayîn, poz, çok û tiliyên Înan şikestine û ji nexweşxaneyê rapora êrîşa li ser wî hatiye standin.