Polîsên Tirk li Mêrdînê êrîş birin ser HDP'yiyan

Li Mêrdîn û navçeyên wê, polîsên Tirk bi tankan êrîş birin ser HDP'yiyan û gelek kes destgîr kirin. Li qereqolê jî êşkence li welatiyan hate kirin.

Piştî ku HDP ji benda hilbijartinê derbas bû, bi hezaran kes li Mêrdîn û navçeyên wê daketin qadan û dest bi pîrozbahiyê kirin. Lê belê polîsên Tirk êrîş birin ser girseya gel û gelek kes destgîr kirin. Li navenda sûka Nisêbînê jî girseya gel li hev civiyan, lê hêzên çekdar ên Tirk bi tankan ajotin ser gel.

Li navçeyên Mêrdînê di dema pîrozbahiyên serketina HDP'ê de zêdeyî 10 kes hatin destgîrkirin. Li Qoser û Nisêbînê gel herikî kolanan û dest bi pîrozbahiyê kir. Polîsên Tirk jî gelek caran êrîş birin ser gel.

TANK AJOTIN SER GEL

Tîmên taybet ên Tirk li Nisêbînê tank ajotin ser bi hezaran kesên daketibûn qadan û 7 kes destgîr kirin ku yek jê zarokekî 13 salî ye. Polîsên Tirk pêşî li konvoya wesayitan a pîrozbahiyê girtin, mirov bi zorê ji wesayitan peya kirin û heqaret li wan kirin. Li sûkê jî tank bi ser gel ve ajotn.

Nayê zanîn bê kesên hatin destgîrkirin bi ku ve birine.

DENGÊ ÊŞKENCEYÊ JI QEREQOLÊ HAT!

Li meydana azadiyê ya Qoserê, polîsên Tirk bi hinceta ku dirûşma "Bijî Serok Apo" hatiye qîrîn bi TOMA'yê êrîş bir ser girseya gel. Sê kes destgîr kirin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, polîsên Tirk kesên destgîrkirî li qereqola jendermeyan li erdê dirêj kirine û dengê qareqarê ji qereqolê hatiye.