Polîsên Tirk êriş birin ser çalakiya li Dersimê

Rêxistina HDP'ê ya Dersimê xwest, ji bo xwedîderketina li berxwedana zindanan çalakiyekê li dar bixe. Lê belê polîsan êriş irin ser çalakiyê.

Têkildarî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê, HDP'ê xwest ku li Kolana Hunerê ya Dersimê daxuyaniyekê bide çapemeniyê, lê belê polîs li pêşiya wê bûn asteng. Ji ber ku kolan hate dorpêçkirin, HDP'iyan li ber avahiya partiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Bila bersiv ji daxwazan re bê dayin, greva birçîbûnê bi dawî bibe" hate hildan.

Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP'ê Ozlem Toprak, daxuyaniya ku hatibû amedekirin xwend. Hevserok Toprak, çalakiyên greva birçîbûnê yên bi heman daxwazî beriya niha hatibûn lidarxistin bi bîr xist û ev tişt got: "Bi bandora van grevan bi awayekî demkî tecrîd hat rakirin. Lê ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve careke din qedexeyên hevdîtinan dest pê kirine. Ev rewş li dijî Pîvana Nelson Mandela, pêşniyarên CPT û Qanûna Înfazê ya bi hejmara 5275’an e. Divê di demeke zûtirîn de wezareta edaletê vê pêkanînê bi dawî bike û hevdîtinên parêzer û malbatê bên kirin. Em bang li rayedaran dikin ku ji bo encamên neyînî pêk neyên bergirî bigirin. Em bang li gelê xwe jî dikin ku hestiyar bin."

Bi hinceta ku di pankartê de peyvên "Îmrali, tecrîd, greva birçîbûnê" derbas dibin êrişî girseyê kir. Polisan pankartê desteser kir û qetandin. Li ser êrişa polîsan HDP'î vegeriyan avahiyê.

Polisên ku ketin û derketina kolana Hunerê ji bo demekê girtin, piştre ji qadê vekişiyan.