Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakgirên li ber tiryakê rabûn
Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakiya li dijî tiryakê ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê û gelek kes destgîrkirin.
Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakiya li dijî tiryakê ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê û gelek kes destgîrkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dijî tiryakê daxuyaniyekê bide. Polîsan êrîş birin ser çalakgiran.
Polîsên ku li çalakgeran dan, Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê Cemal Demîr û endamên partiyê Serhat Yilmaz, Bayram Ozmen, Suat Yîgît û Guneş Yasmin jî di nav de gelek kes destgîrkirin.