Polîsên Tirk civîna komê ya HDP’ê ya li Amedê asteng kir
Polîsan li dora parkê girt, ku wê HDP wê li vê parkê “Nobeda Berxwedanê” bida destpêkirin û civîna komê lê li dar bixista.
Polîsan li dora parkê girt, ku wê HDP wê li vê parkê “Nobeda Berxwedanê” bida destpêkirin û civîna komê lê li dar bixista.
Polîsan li Amedê dora Parka Ekîn Cerenê ya li Peyasê girt. HDP wê li vê parkê “Nobeda Berxwedanê” bida destpêkirin û civîna komê lê li dar bixista.
Polîsan xwest li vê parkê civîna komê ya HDP’ê asteng bike. Tenê parlementer û rêveberên HDP’ê ketin parka ku wê civîn lê were lidarxistin.
Polîsan dora parkê dagir kirin û gel jî ji bo temaşekirina civînê li pêşiya parkê sekinî û bi çepik û tililiyan piştgirî dan HDP’ê.