Polîsên ku li Licê êşkence li zarok kirin, hatin berdan

2 polîsên Tirk ên ku li Licê êşkence li Y.D. kirin û biryara girtina wan hate dayin, hatin berdan.

Ji ber ku di 21'ê Adarê de li navçeya Licê ya Amedê zarokê 14 salî Y.D. revandin û êşkence lê kirin, 5 polîsên Tirk hatin destgîrkirin û 26'ê Adarê ji aliyê dozgeriyê ve bi sûcdariya 'kes ji azadiyê bêpar hiştine û bi zanebûn birîndar kirine' ji bo girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Licê biryar da ku polÎs Îsmaîl Akkûş, Emre Ozcan û Gokhan Bay ji ber sûcê 'birîndarkirina bi zanebûn' bêne girtin, lê 2 polîsên din berda.

Li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê û wekîlên gilîkeran doh doh biryar hate dayinku amîrê emniyetê Aykût Oral û polîs Hayrettîn Çakmak bê girtin. Lê belê herdu polîs ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Licê ve bi şertê 'kontrola edlî' hatin berdan.

Serokê Baroya Amedê diyar kir ku wê îtirazê li biryarê bikin.