Polîsên Kerkûkê 2 xwepêşanderên Kurd qetil kirin

Polîsên Iraqî rasterast gule li ciwanên Kurd reşandin ku girtina rêya sereke ya Kerkûk-Hewlerê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve protesto dikirin. Polîsan 2 ciwanên Kurd qetil kirin û xwepêşanderek jî birîndar bû.

Kurdên ku li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê dijîn, ji bo proestokirina girtina rêya sereke ya Kerkûk-Hewlerê ji trafîkê re daketin qadan. Ciwanên ku rêya Bazara Rehîmawa ji aliyê du milan ve li trafîkê girtin, xwestin çalakiyên li ber Odeya Operasyonê bêne rawestandin û rê li trafîkê re bê vekirin.

Polîsên Kerkûkê li ber Odeya Operasyonê rasterast bi çekan êrîşî xwepêşanderên Kurd kirin. Polîsan 2 ciwanên Kurd qetil kirin û xwepêşanderek jî birîndar kirin.