Polîsek wesayîta xwe li parêzer qeliband

Li Şirnexê polîsek ku bi parêzerek re nîqaş kir, wesayîta xwe lê qeliband û wî giran birîndar kir. Parêzerê birîndar hate emeliyatkirin.

Li navenda Şirnexê polîsek bi parêzer Serkan Karakaş (27) ê endamê Baroya Şirnexê re ji ber sedemek hêj nayê zanîn nîqaş kir. Polîs pişt re wesayîta xwe li parêzer qeliband û reviya. Parêzer Karakaş giran birîndar bû. Welatiyên li derdorê parêzer rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û hat gotin her du çongên wî xesarên mezin dîtine û ew emeliyat kirine.

Hat îdiakirin ku polîs li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê hatiye destgîrkirin.