Polîs 2 zarokên Kurd kuşt, lê tenê 2 sal ceza jê re tê xwestin

Têkildarî kuştina zarokên bi navê Fûrkan û Mûhammed ku li Silopiyayê bi panzerê hatin kuştin, gilîname hate amadekirin. Balkêş e di gilînameyê de cezayê ku ji bo polîsê kujer tê xwestin, ji 2 salan dest pê dike.

Şeva 3'ê Gulanê, li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, polîsê Tirk Omer Yegît bi panzerê li xaniyekî xist û birayên hev Mûhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) ên di xew de bûn kuşt. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, lêpirsîna li ser polîsê kujer Omer yegît û amîrê wî Mûrat Maden qedand. Gilînameya ku dozgeriyê amade kir, ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê ve hate qebûlkirin.

Di gilînameyê de, têkildarî polîsê kujer û amîrê wî de ji 2 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Di gilînameyê de hat ragihandin, Fûrkan Yildirim dema anîn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, birayê wî Mûhammed Yildirim jî dema anîn nexweşxaneyê hê dilê wî lê dida, lê piştî 2 deqeyan sekiniye.

Di gilînameyê de îfadeya apê bavê her du zarokan Mesût Yildirim Ahmet Yildirim a li dozgeriyê jî cih girt. Yildirim di îfadeya xwe da ragihand ku wesayita zirxî dema li xanî ket, ajokarê wê ji wesayitê peya nebû û ji wan re gotiye, "Bêdeng bin, tiştek nebûye." Yildirim diyar kir, ku polîsên piştre hatin jî alîkarî nedane wan û wan bi alîkariya cîranên xwe zarokên xwe ji binê xirbe derxistine. Yildirim anî ziman ku ew giliyê polîsan dikin.