Polîsê ku Kemal Kurkut qetil kir careke din nehate girtin

Polîsê Tirk Yakûp Ş. ku Kemal Kurkut qetil kir careke din nehate girtin.

Polîsê Tirk Yakûp Ş. di sala 2017'an de li Amedê di dema pîrozbahiya Newrozê de xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut qetil kiribû. Polîsê Tirk Yakûp Ş. ji sûcdariya 'kuştina bi zanebûn' bêyî girtî tê darizandin.

Rûniştina 7'an a dozê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Di rûniştina dozê de polîsê kujer Yakûp Ş. û parêzerê wî, dayika Kurkut Secan û kekê wî Ferhat Kurkut û parêzerên wan amade bûn.

Edliye û korîdora rûniştina dozê ji aliyê polîsên Tirk ve hate dorpêçkirin.

Parêzerê malbata Kurkut Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku li gorî daneyên heyî û dosyayan divê polîsê bersûc bê girtin.

Lê belê heyeta dadgehê daxwaza ji bo girtina polîsê kujer red kir.

Her wiha rûniştina dozê ji bo 14'ê Çileya 2020'î taloq kir.