Polîsan li Wekîla HDP’î dan a ji şer re got ‘NA’

Polîsên ku êrîş bire ser çalakiya bi dirûşma ‘Ji şer re na, bi siyaseta Demokratîk ji Çareseriyê re erê’ ya li Amedê kirin, Parlementera HDP’ê Dersim Dag û du şêwirmend hatin destgîrkirin, li Salîha Aydenîz a wekîl dan.

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Amedê xwest saet di 18:00’an de bi dirûşma "Ji Şer re Na, bi Siyaseta Demokratîk ji Çareseriyê re Erê" li peş rêxistina HDP’ê ya Peyasê meşekê lidar bixin.

Beriya meşê endam û rêveberên HDP'ê, parlamenter û bi sedan welatî li Parka Roboskê kom bûn. Bi sedan polîsên hêzên çevîk dora girsê pêça û destûr nedan meşê.

Berî meş destpê bike, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag ku xwest tevlî meşa li Amedê bê lidarxistin bibe, hate astengkirin. Polîsan bi zorê li wesayîta polîsan suyar kirin. Dag, li ser hesabê tevna civakî ya Twîtterê li ser rewşa xwe agahî da û diyar kir ku niha polîsan ew li wesayîta polîsan a suwar kir û şewirmendê wê destgîr kirin. Dag, diyar kir ku polis destûr nadin ku ew ji wesayîtê dakeve û li gel wê 2 şêwirmendê wê jî hatin destgîrkirin.

Piştî polîsan xwest Dag û şêwirmendên wê destgîr bikin, parlementera HDP'î Salîha Aydenîz bertek nîşan dan û polîsê tê gotin Amîrê Şaxa TEM'ê ye li Aydenîzê da.

Ji ber vê parlementer Salîha Aydenîz, Mûsa Farisogûllari, Semra Guzel û Remziye Tosûn li ser rê çalakiya rûniştinê lidar xistin. Piştî Dag û şêwirmendê wê hatin berdan, parlementer çûn avahiya partiyê û daxuyanî dan.