Polîsan li Wanê alên HDP'ê anîn xwarê

Polîsên Tirk bi gotina 'Walîtiyê bi şaşitî destûr daye' alên HDP'ê yên li Wanê ji bo kongreyê hatibûn daliqandin anîn xwarê.

Rêxistina HDP'ê ya Wanê wê di 23'ê Kanûnê de li Ûrartû Otelê 3'emîn Kongreya Asayî li dar bixe. Ji bo kongreyê ku Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî wê tevlî bibe, HDP'ê serî li walîtiyê da ku karibe li deverên cuda yên bajêr ala xwe daliqîne. Piştî ku destûr wergirt, li hin deveran ala xwe daliqand. Lê belê polîsan gotin "Walîtiyê bi şaşitî destûr daye" alên HDP'ê anîn xwarê.

Di vê navberê de personelên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya bi destê qeyûm hatiye desteserkirin, ji bo kongreya AKP'ê ya bajêr bi wesayitên şaredariyê alên AKP'ê li gelek deverên bajêr daliqandibûn.