Polîsan li Nisêbînê gef li gel xwar

Polîsan li Taxa Abdulkadîr Paşa ya Nisêbîna Mêrdînê bi pehînan deriyê malekê vekirin û gef li jineke ciwan û gel xwarin.

Polîsan li Taxa Abdulkadîr Paşa ya Nisêbîna Mêrdînê bi pehînan deriyê malekê vekirin û xwestin jineke ciwan destgîr bikin. Li gorî agahiyan bi hinceta ku ‘zarokan torpîl avêtine qereqolê’ polîs ketin kolana Gulerê dan ser pişta mirovan. Zarok reviyan malê û gel jî deriyê xwe kilît kirin. Polîsan deriyê malekê bi pehînan vekir û gef li xwediyê malê xwar ku wê derî bişkînin.

Polîsan xwestin B.A a 20 salî destgîr bikin. Polîsan hewl dan jina ciwan têxin wesayîta zirxî û gef li gel xwar.

Şêniyên taxê diyar kirin ku polîsan gef li wan xwarine û ji ber ku şêniyan nerazîbûn nîşan dane, polîsan jina ciwan berdane û gotin ‘em li zarokekî qutikşîn’ digerin. Şêniyan bal kişandin ser vî tiştî ku li kolan û malê jî ewlehiya canê wan tune.