Polîsan li Amedê bi ser malekê de girt: Destpêkê çek danîn ser serên me, zêr dizîn

Jineke bi ser mala wê de hat girtin da zanîn ku polîsan çek danîne ser serê wan û zêr û pereyê wan desteser kirine.

Li Amedê şevê din, polîsan bi ser mala jinekê de girtin. Jina bi ser mala wê de hatibû girtin da zanîn ku piştî girtina bi ser malê ya polîsan de rewşa dawî ya mala xwe ya lêgerîn tê de hatiye kirin tomar kir û behsa tiştên bi ser de hatine kir.

Di parvekirina li ser Twitterê hatiye parvekirin de, baş nayê zanîn ku serdegirtin li kû çêbûye, lê di dîmenan de tê dîtin ku piştî serdegirtinê camên malê tev hatine şikandin, bi pehînan li dîwaran hatiye xistin û dora malê bi gelek wesayîtên zirxkirî û polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

‘PEREYÊ ME JI ME STANDIN, TIŞTÊ NEMAYÎ ANÎN SERÊ ME’

Jina bi ser mala wê de hatiye girtin di qeyda dîmen de ev tişt anîn ziman: ‘’Kurdekî/e bi rûmet hebe wê vê bûyerê bide bihîstin. Mala me  kirin, şîdet li me kirin. Zêrên jinbiraya min, pereyê me birin. Vê cejnê 10 banot nehiştin di berîka me de. Tu tişt nehiştin. Camên me şikandin, tiştên nemayî anîn serê me. Nîvê şevê lembeyên me tev şewitandin ku ji der ve kes me nebine. Em tev li erdê dirêj kirin û çek danîn ser serên me. Tu li vê zilmê! Li welatê min zilm li min tê kirin. Ziravê sebiya 10 mehî qetandin. Sûcê me bi tenê ew bû ku em Kurd in.’’