Polîsan êrîş bire ser esnafên Bedlîsê, 70 kes destgîr kirin

Li Bedlîsê polîsan êrîşî esnafan kirin, bi kêmanî 70 kes destgîr kirin.

Nêzî 700 avahî û kargehên li taxên Ataturk, Devrîm, Gazîbey, Hersan û Muştakbaba yên navenda Bedlîsê, bi Biryarnameya Serokkomariyê di meha Nîsana sala 2020’an de weke “qada bi rîsk” hatibû îlankirin. Dadgehê ji bo serlêdana li dijî vê biryarê, biryara “rawestandina birêvebirinê” da. Tevî vê biryarê jî, ji esnafan hat xwestin ku heta 30'ê Tîrmehê kargehên xwe vala bikin. 

Polîs duh bi şev ketin qadê û ji kargehan xwestin ku dikanên xwe vala bikin. Esnaf li dijî vê yekê derketin. Polîsan ji ber vê bi awayekê tund êrîşî esnafan kirin. Polîsên ku bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîşî esnafan kirin, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Davût Tezcan jî di nav de, herî kêm 70 kes destgîr kirin. 

Di heman demê de, gelek kesên ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin, rakirin nexweşxaneyan.