Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya bajarê Semsûrê de girt û lêgerînê dike
Polîs bi ser avahiya HDP’ê ya bajarê Semsûrê de girt û lêgerîn didome.
Polîs bi ser avahiya HDP’ê ya bajarê Semsûrê de girt û lêgerîn didome.
Polîsan bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Semsûrê de girt.
Hate zanîn ku di biryara lêgerînê ya ji aliyê 1. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Semsûrê dayî de li hemberî avahiyê îxbar hebûye û di vê çarçoveyê de biryara lêgerînê ya di navbera saet 17:30 û 23:59’an de hatiye girtin.
Hate fêrbûn ku lêgerîna li avahiya partiyê heya van saetan jî didome.