Polîsan avête ser avahiya HDP’ê ya Amedê- NÛ BÛ

Polîsên avêtin ser avahiya HPD’ê ya ku di nav de parlementerên HDP’ê 10 kes di grevê de bûn, deriyê derve şikandin û ketin avahiyê. Polîsên ku Parlementerên Wanê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç derbkirin, 7 çalakvan jî destgîrkirin.

Polîsên avêtin ser avahiya HPD’ê ya ku di nav de parlementerên HDP’ê 10 kes li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de bûn, deriyê derve şikandin û ketin avahiyê. Polîsên ku di saetên şevê de hêzên çewîk li ber derê avahiyê tije kirin, benda ji parlementer Ebrû Gunay, Mûsa Farîsogûllari, Remziye Tosûn, Selçûk Mizrakli, Semra Guzel û Pero Dundar pêk dihate bi darê zorê xistin çemberê. Polîsan derî û şibake şikandin û ketin hundir.

Polîsên ku Parlemeterên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ê îro ketibûn grevê derbkirin,  7 çalakvan destgîrkirin. Derî û şibakeyên avahiyê şikandin. Parlementer Ebrû Guna diyar kir ku neketine avahiya bajar û nekarîne xwe bigihînin hevrêyên li avahiyê. Dorpêça li dorî avahiyê dewam e.

Li avahiya bajar, parlementer Dersim Dag, Tayîp Temel, Mûrat Sarisaç, endamên partiyê Salih Cansever, Îsmet Yildiz, Sevînç Yaşer, Salih Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalîk Kurt û Yûsûf Ataî greva xwe ya bêdawî û bêdorveger didomîne.

Polîs rê nade ku çapemenî nêzî avahiyê bibin.

Li ser fermana Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû polîsan 3’yê Adarê avêtibûn ser greva birçîbûnê û 5 kes destgîrkiribû.