Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Rojnamevan ji ber ku êşkence ragihandin, girtî ne

Platforma Demokrasiyê ya Wanê beriya rûniştina doza dijî rojnamevanên êşkenceya helîkopterê ragihandin, daxuyaniyek da û diyar kir ku paşeroja welêt di xeteriyê de ye, divê rojnamevan tavilê bên berdan.

Ji ber ku avêtina 2 kesan a ji helîkopterê kirin nûçe, Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala hatine girtin, nûçehana MA'yê Zeynep Dûrgûrt bi rengekî negirtî tê darizandin. Beriya rûniştina destpêkê ya dozê Platforma Demokrasiyê ya Wanê daxuyaniyek da.

'JI BER KU ÊŞKENCE RAGIHANDIN, BÛ HEDEF'

Di daxuyaniyê de ku li avahiya Baroya Wanê hate dayin, nûnerên komele, sazî, rêxistinên civakî yên sivîl û malbatên rojnamevanan amade bûn. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar anî ziman, rojnamevan, ji ber ku Osman Şîban û Servet Tûrgût ên li helîkopterê hatin avêtin kirin nûçe, bûn hedef.

Ûçar anî ziman ku yek ji pîvanên herî girîng ên rojnamevaniyê, agahdarkirina civakê bi rengekî bêalî û objektîf e destnîşan kir ku wezîfedarên dewletê jî be ji bo rojnamevanan girîng e ku ragihîne. Ûçar got, "Bi doza ku wê sibe dest pê bike ne tenê yên têk darizandin, her wiha wê rojnamevanî û mafê agahîwergirtinê yê civakê jî bê darizandin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Zexta li ser dadgeriyê, rewşa heyî ya welêt, daxuyaniyên siyasiyan ên heta radeya daxwaza ji bo girtina destûra bingehîn paşeroja welêt dixe nava xeteriyê. Divê tavilê dadgeriya serbixwe ya tam demokratîk misoger bibe û di nava dewleteke hiqûqî de dawî li zextên li ser her beşên civakê û rojnamevanan bê anîn."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo berdana kedkarên çapemeniyê Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala hate kirin.