Platforma Baweriyên Mezopotamyayê: Ji bo statuya Şengalê xwedî li Êzidiyan derkevin

"Em bang li gel û baweriyên qedîm ên Mezopotamyayê dikin ku bi têkoşîna statuya gelê me yê Êzidî re bibin yek. Dema ku em li kêleka gelê Şengalê bin, em dikarin vê zîhniyeta qirkirinê bidin sekinandin û gelê me yê Êzidî bike xwedî statuya xweser."

Platforma Baweriyên Mezopotamyayê li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek weşand û êriş şermezar kir.

Daxuyaniya platformê wiha ye:

"Balafirên şer ên dewleta Tirk a mêtinger û qirker kolana ku sivîl lê bûn li kolana Sûka Kevin bombe kirin, di encamê de du kes mirin û bi dehan sivîl birîndar bûn. Bombebarana gelê sivîl û nexweşxaneyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, ku hiqûqa navneteweyî, maf û azadiyên gelan û baweriyan tune dihesibîne, nîşan daye ku di zîhniyet û niyeta xwe ya qirkirinê de çiqas bi israr e. Rêveberiya Xweser a Şengalê bi berdewamî hişyarî dabû hikûmeta Iraqê, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî, li ser asta xeterê û bang li hêzên navneteweyî û NY kiribû ku tedbîrên xwe bigirin.

Weke Platforma Baweriyên Mezopotamyayê, me diyar kir ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker û ew ê ji bo tinekirina Kurdên Êzidî êrîşên nû bikin.

Em vê zîhniyeta dagirker û qirker a ku xelkê sivîl û nexweşxaneya ku lê têne dermankirin bombebaran dike, bi tundî şermezar dikin, jin, zarok an nexweş bin û bibe sedema mirina gelê me. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku li hemberî qirkirina gelê qedîm ê Mezopotamyayê, Kurdên Êzidî bêdeng nemînin, ji bo pêşî li qirkirinê bigirin û statûyê bidin Şengalê. Em we vedixwînin ku cezayên siyasî û aborî yên ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker disekinînin, bixin meriyetê. Dîrok wê tu carî bêdengiya we ya li hemberî vê qirkirinê ji bîr neke.

Em bang li gel û baweriyên qedîm ên Mezopotamyayê dikin ku bi têkoşîna statuya gelê me yê Êzidî re bibin yek. Dema ku em li kêleka gelê Şengalê bin, em dikarin vê zîhniyeta qirkirinê bidin sekinandin û gelê me yê Êzidî bike xwedî statuya xweser."