Plana qeyûm a ji bo têkbirina Van Sporê!
Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bû, desteka madî ya ji bo Van Sporê birî. Ji ber vê yekê jî rêveberî neçar ma bi rengekî komî îstifa bike.
Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bû, desteka madî ya ji bo Van Sporê birî. Ji ber vê yekê jî rêveberî neçar ma bi rengekî komî îstifa bike.
Piştî ku Waliyê Tirk ê li Wanê Îbrahîm Taşyapan weke qeyûm di 17'ê Mijdara 2016'an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat bicihkirin, budçeya ku mehê carekê ji Van Buyukşehîr Belediye Sporê re dihat veqetandin, hat birîn. Bi vî awayî zexta îstifayê li rêveberiya tîm hat kirin. Tîma ku bi sîstema hevserokatiyê tê birêvebirin, hevserokan zextên li ser tîm ji ajansa me re nirxandin.
Hevseroka Van Buyukşehîr Belediye Sporê Remziye Eşîn xebatên xwe û pêvajoya îstifayê nrixand û anî ziman, dema ku wan dest bi wezîfeyê kir, weke karê destpêkê wan hewl dan şert û mercên fîzîkî sererast bikin. Eşîn destnîşan kir, ku wan hewl dan beriya her tiştî nasnameyeke saziyî ji bo tîm bidin rûniştandin.
'RÊVEBERIYA BÊ, WÊ HEVSEROKATIYÊ NEDOMÎNE'
Eşîn sîstema hevserokatiyê ya li nava rêveberiyê nirxand û diyar kir, beriya bi sîstema hevserokatiyê re gelek têgihiştinên şaş ji holê hatine rakirin û got, "Ez ne bawerim ku rêveberiya nû vê sîstema hevserokatiyê bidomîne. Ji xwe zîhniyeta heyî ji her alî ve hewl dide jinê ji nava jiyanê derxîne. Di vî warî de zextê dike."
'EM Ê BI VÊ ZÎHNIYETÊ RE NEXEBITIN'
Eşîn da zanîn, piştî ku qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bû, pirsgirêkên giran ên madî derketin pêşiya Vansporê û got, "Ji bo îstifa nekin me gelekî li ber xwe dan. Em bi keda xwe gihîştin vê astê. Ev sazî saziya gel e. Ji ber ku bi pereyê gel li ser piyan e. Şaredarî tenê ji bo madiyatê, navbeynkariyê dike. Lê belê dest danî ser pereyê divê bide vê saziyê. Bi desteserkirina çavkaniyên madî re hewl da me rêveberiyê terbiye bike. Bi nedana desteka madî re ev sazî têk birin û herî dawî em neçar hişt ku îstifa bikin. Ji vê saetê û pê ve alîkarî bê dayîn jî nepêkane em bi vê zîhniyetê re bixebitin. Ev rewş demkî ye, sibe em ê bi tercîha gel, hê bi xurtî vegerin."
'QEYÛM PEREYÊ GEL NEDA SAZIYA GEL'
Hevserokê Van Buyukşehîr Belediye Sporê Oner Yîgît jî anî ziman, ku wan tîmeke ji komê ketibû dewr girtin û tevî pirsgirêkên madî jî wan serketinên mezin bi dest xistin. Yîgît da xuyakirin, ku di pêvajoya dawî de bi bicihbûna qeyûm re tîma wan bi tenê hatiye hiştin û ti alîkariyeke madî-manewî ji wan re nehatiye dayîn. Yîgît diyar kir, bi nekirina îstifayê re wan gelekî hewl dan xwedî li tîm derkevin û wiha dewam kir:
"Lê belê divê gelê me vê baş zanibe; Pereyê gel ê ku nifûsa xwe zêdeyî mîlyonek e, ji Van Sporê re dihat dayîn. Qeyûm her gavê digot ku ew alîkariya madî didin Van Sporê, lê ev ne rast e. Ti alîkariyeke madî nedaye. Dixwest me li derve bihêlin û bibe rêveberê Van Sporê. Haya me ji vê rewşê hebû û ji bo xwedî li vê emaneta gel derkevin, me li ber xwe dan. Lê belê ji ber ku me êdî nekarî pereyê lîstikvanan bidin, bêmoraliyê rû da û du hefteyan li ser hev me maç winda kir."
Tê payîn ku Van Spor di demeke kurt de kongreya xwe pêk bîne.