Plana mêtingeh a Lozanê û berxwedana gerîla

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a mêtinger di 24’ê Tîrmeha 2015’an de di salvegera Lozanê de li dijî qadên gerîla êrîşên hewayî pêk anîbû û bûbû sedem ku pêvajo bi dawî bibe.

Di ser êrîşa yekem a hewayî ya ku ji aliyê Komara Tirk ve destpê kir, me 8 sal li dû xwe hişt. Şerê Cîhanê yê Yekem ku hemû welatên cîhanê tê de beşdar bûne, di navbera salên 1914-1918’an de û Şerê cîhanê yê Duyemîn jî di navbera salên 1944-1948’an de pêk hatiye. Bi giştî her du şerê cîhanê 8 sal pêk hatin. Tenê ev muqayese nîşan dide ku şerê li dijî gerîla çiqasî dijwar û kûr e.

Di salvegera Lozanê ya ku di 24'ê Tîrmeha 1923'an de pêk hat û weke peymana dawî li Şerê Cîhanê yê Yekemîn hate binavkirin, Komara Tirk ji bo tasfiyekirina gerîla dest bi şerekî bi vî rengî kir, ev mijareke ku pêwîst e mirov li ser bifikire. Bi kurtasî vegerandina li atmosfera wê pêvajoyê wê bi sûd be.

Belgeyên dîrokî nîşan didin ku Kurd û Tirk li Lozanê di heman heyetê de weke yek îrade hatin temsîlkirin. Dewletên aliyê îşaret bi her du nûnerên Kurd ên di heyetê de dikin û li ser pirsa “Kî wê nûnertiya Kurdan bike” hate gotin ku Kurd û Tirk wek yek îrade gihiştine qonaxa ku nûnertiya wan bikin. Bi rastî jî wêneyên nûnerên ku cil û bergên gelêrî yên Kurd li xwe kiribûn, di rojnameyên wê serdemê de cih girtibûn û atmosfereke wisa çêkiribû ku Kurd jî li Lozanê tên temsîlkirin. Bi rastî jî pir xwezayî ye ku Kurd wê demê wisa bifikirin. Di hemû şerên ku rê li ber avakirina Tirkiyeyê vekir de, Kurdan li her eniyê herî pêş şer kirine û bi sed hezaran şehîd dane.

Dîsa weke 'Mebûsên Kurdistanê' di meclîsa yekemîn de cihê xwe girtin û weke hêza damezrîner a Tirkiyeyê xwe hesibandin. Dema mirov ji aliyê sosyolojîk ve li vê rewşa Kurdan binêre ev rastî derdikeve holê: Dostanî ji bo Kurdan pir girîng e. Ji ber vê yekê, ew ji peymanên nivîskî bêtir bi peymanên devkî ve girêdayî ne. Digel hemû rewşên neyînî yên ku Kurdan jiyane jî, ev çand pir kûr e, ango gotin hê jî wateya xwe winda nekiriye. Li gorî şert û mercên wê serdemê, rewşa ku li Lozanê derketiye holê, ji bo kurdan pratîkeke “komplo û ji piştê kêrkirin e.” Hemû sozên ku di wan hevdîtinên Erzirom û Amasyayê de hatin dayîn, piştî ku Lozan hat îmzekirin hatin teqandin. Bi rastî jî xala 37’an a Lozanê ya ku maf dide 'kêmneteweyan' jî ji bo Kurdan nehatiye bicihanîn. Kurd ne wê demê û ne jî îro ne hindikayî ne. Bi gotineke din, mafekî herî biçûk jî ji bo Kurdan pir zêde hatiye dîtin; ji qirkirina Ermeniyan kûrtir ketine nav hewldana tunekirinê. Ji ber van hemû sedeman, di van rojên ku em sedsaliya Lozanê dijîn de operasyona ku di 24’ê Tîrmehê de hatiye destpêkirin girîng e ku mirov bibîne. Rewşên ku piştî van operasyonan pêk hatine, mînak 23’ê Nîsanê ku weke avakirina fermî ya Tirkiyeyê tê binavkirin û 24’ê Nîsanê salvegera Qirkirina Ermeniyan kirine yek. Îcar çima?

KURD WÊ ÇARENÛSA SED SAL BERÊ DUBARE NEKIN

Weke ku tê zanîn berê jî dewletê bi hevdîtina bi Rêber Apo re di rojeva xwe de dest bi “pêvajoya çareseriyê” kiribû. Di van hevdîtinan de cidiyeta dewletê ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de gelek caran ji aliyê Rêber Apo ve hate rojevê. Di vê çarçoveyê de zemîneke ku Rêber Apo bi navê Peymana Dolmabahçeyê jî bi beşdariya Wezîrê Karên Hundir û rayedarên fermî yên dewletê yên wê serdemê, cidiyeta dewletê ceriband. Dema ku muzakere hîna dewam dikir, Erdogan ê AKP'yî bi daxuyaniyên "Min mase hilweşand" helwesta dewletê ya sereke di şexsê xwe de pêk anî. Û bi vê helwesta xwe jî diyar kir ku tu eleqeya dewletê bi çareseriya pirsgirêka Kurd re nîne.

Tişta ku bi vê yekê derket holê plana pinî ya dewletê bû. Di şexsê Tevgera Azadiya Kurd de teqez bû ku îradeya Kurd bi 'gotinên xweş' nayê xapandin. Kurd wê çarenûsa xwe ya sed sal berê dubare nekin. Sed sal berê Kurdên ku her gotina Mustafa Kemal wek sened qebûl dikirin êdî nebûn. Di nava sed sal de gelek li ber xwe dan, gelek xwîn rijandin û dijminê xwe baş nas kirin. Dewletê bi planên xwe yên herî kûr xwest vê rastiyê ji holê rake. Di bin navê çareseriyê de, xwest gerîla pasîfîze bike, îradeya Kurd a ku derketiye holê ji hundir ve bêbandor bike û Kurdan vegerîne pozisyona sed sal berê. Armanca dewletê a bingehîn ev bû. Û helbet ger ji destê wê hatiba, dixwest bi jenosîdeke ji Qirkirina Ermeniyan xerabtir hebûna Kurdan biqedîne.

DI NAVA 8 SALAN DE KOMARA TIRK TIŞTEK BI DEST NEXIST

Di vê wateyê de hilbijartina roja 24'ê Tîrmehê ya êrîşa li dijî gerîla ji ber vê yekê girîng e. Dewlet bi hilbijartina vê rojê vê peyamê dide: Em dixwazin Kurdê sed sal berê yê apolîtîk vegerînin. Ji bo vê jî divê em Tevgera Azadiya Kurd û pêşeng û gerîlayên wê tasfiye bikin.

Û ji wê demê 8 sal derbas bûn. Tiştekî ku Komara Tirk di vê pêvajoyê de bi dest xistî nîne.

Bi operasyonên ku navên wan her tim tên nûkirin, êrîşên dagirkeriyê yên nû tên destpêkirin. Di 23-24’ê Nîsana 2021’an de li Zap, Avaşîn û Metîna êrîş pêk hatin. Armancên Komara Tirk a sala 2021’an ji aliyê gerîla ve hatin pûçkirin. Piştre jî êrîşên li Zap, Avaşîn û Metîna yên di 14-17’ê Nîsana 2022’yan de di berdewamiya heman konseptê de hatin destpêkirin, bi dijwarî dewam kirin. Di operasyonên 2021 û 2022’yan de Komara Tirkiyeyê sûcên herî mezin ên dîroka şer pêk anî. Bi saya berxwedana gerîla ya li dijî gazên kîmyewî, çekên ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatine qedexekirin û termobarîkên di bin bandora atomê de ne, Komara Tirk di sala 2022'an de encamên jê hêvî dikir bi dest nexist. Komara Tirk plan dikir ku bi dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê Tevgera Azadiya Kurdistanê lewaz bike, paşê cihên nû bi taybetî li Başûrê Kurdistanê Şengal û Rojavayê Kurdistanê dagir bike û sînorên Mîsakî-Millî temam bike. Lê hesabê malê û bazarê hev negirt.

Sala 2023'yan wê weke saleke ku dolar ji 26 lîreyan derbas dibe bikeve dîrokê û dema em vê nivîsê dinivîsin jî ev bilindbûn berdewam dike. Di vî şerê ku tenê li ser esasê şikandina îradeya Kurdan hate meşandin de pişta aboriya Tirkiyeyê şikand. Di dema ku gelên Tirkiyeyê bi birçîbûnê re têdikoşiyan, ji aliyê din ve xwedî nefreteke sed salî li dijî Kurdan hilgirtin. Ev jî bû sedem ku civak ji aliyê moral ve lewaz bibe û her roj kuştin, qeza û çete zêde bibin. Yanî dema xwest îradeya Kurdan bişkîne, hemû Tirkiyeyê ji qirkirinê derbas kir. Hişmendiya dewleta stratejîk a ku ji destpêkê ve xelet bû, hîn jî dixuye ku di vê hewaya vala de wê bimîne.

Di şerê li dijî Kurdan de du amûr di destê komara Tirk de man. Ya yekem 'nefret', ya duyemîn jî 'çekên kîmyewî'. Ev her du jî di peymanên navneteweyî de sûc in. Di bîlançoya meha Sibatê ya ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê parve kir de, hate diyarkirin ku çeperên berxwedanê yên gerîla 142 caran bi topên fosfor, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bombekirin. Di bîlançoya meha Adarê de ku piştre hate eşkerekirin de - û em bînin bîra xwe ku di vê pêvajoyê de gerîla di nava bêçalakîtiyê de bû - 53 caran bi topên fosfor, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî xwestin çeperên gerîla îmha bikin.

Dîsa di bîlançoya salane ya ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di meha Nîsanê de eşkere kiribû de, li dijî çeperên gerîlayan 3730 êrîşên bombeyî û çekên kîmyewî yên qedexe hatine kirin. Bikaranîna çekên kîmyewî bi vê dijwariyê bêhêziya dewletê ya li hemberî gerîla nîşan dide.

Em ji eniya gerîla hinekî li rewşê binêrin.

Dema ku em li pêşketinên van rojan ên li eniya gerîla dinêrin ku em nêzî sedsaliya Lozanê dibin, em dibînin ku encamên girîng derketine holê. Nîvê salê derbas bû. Ji ber erdhejên li Tirkiye û Kurdistanê di piraniya nîvê salê de gerîla di pozîsyona bêçalakîtiyê de bû. Lê piştî ku biryara bêçalakîtiyê hat rakirin, ji Botan, Besta, Xakurkê û Zapê agahiyên di derbara mirina dagirkeran de dest pê kir. Gerîla ji bo tola 32 hevrêyên xwe yên di pêvajoya bêçalakîtiyê de şehîd bîbûn dest bi pêvajoyê kirin û li Xakurkê 18 dagirker ceza kirin. Piştre çalakiyên gerîlayan dijwartir bûne. Di encama êrîşa termobarî de gerîlayê azadiyê Şerzan Mawa li Sîda şehîd bû, ev yek nîşaneya wê yekê ye ku Komara Tirkiyê îsal jî hewl dide çekên kîmyayî bikar bîne. Dema ku propagandaya “Em li Zapê ne, li vir gerîla nema” tê kirin, li aliyê din jî bikaranîna termobaran nîşan dide ku propagandaya derew jî têk çûye. Jixwe diyar bû ku hedefên Komara Tirk a sala 2023’yan ku ji şer pê ve tu rêyeke din nahêle, wê ji aliyê gerîla ve were pûçkirin. Berxwedana gerîla nîşan dide ku Komara Tirk a dixwaze Kurdan mehkûmî şert û mercên Lozanê bike wê têk biçe.