Plana hilweşandinê di Newroza 2022’an de hilweşiya

Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Ozgur Zeydanoglû, diyar kir ku plana hilweşandinê ya di Cotmeha 2015'an de hatibû amadekirin, di Newroza 21'ê Adara 2022'an de hilweşiyaye.

 Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Ozgur Zeydanoglû têkildarî Newroza 2022'an, tecrîd, girtina HDP'ê û xebatên Rêya 3'yemîn ji ANF'ê re nêrînên xwe anî ziman. Zeydanoglû di axaftina xwe de bal kişand ser peyamên bi milyonan kesên ku di Newroza 2022’an de herikîn qadan û destnîşan kir ku helwesta gel a li dijî tecrîdê girîng e.

PLANA HILWEŞANDINÊ TÊK ÇÛYE

Zeydanoglû anî ziman ku Newroza 21'ê Adara 2022'an Newrozeke dîrokî ye û diyar kir ku plana hilweşandinê ya ku di Cotmeha 2015'an de hatibû danîn û têk çû, di 21'ê Adara 2022'an de bi dawî bû.

Zeydanoglû ragihand ku ev 7 sal in gelê Kurd li dijî hemû zext, rêbazên antîdemokratîk û her cure zextan bi awayekî zelal dadikevin qadan û bi daxwazên gelekî şênber dest ji statuya xwe bernadin û wiha pêde çû; “Me dît ku daxwaza rakirina tecrîdê ya li ser rêzdar Abdullah Ocalan derket pêş. Gelê Kurd li dijî kampanyaya li dijî saziyên demokratîk û partiya xwe ya siyasî helwest û bangawaziya xwe nîşan da. Ji bo hemû kesim peyama Newrozê rast têbigihîjin wê sûdmend be. Divê peyama bi milyonan gelê Kurd li ber çavan bê girtin û bên dîtin  ku ev polîtîka pûç bûne. Em nizanin wê pergal vê yekê bibîne yan na, lê peyama Newrozê ya ku ji hêla gel ve hat dayîn gelekî zelal bû."

DIXWAZIN GELÊ KURD JI HEVSENGIYA SIYASÎ BÊ DERXISTIN

Zeydanoglû da zanîn ku dosyaya girtina derqanûnî ya li dijî partiya wan a ku hewl tê dayîn bi rengê xwe yê hiqûqî were veşartin berdewam dike û got, “Doza girtinê weke rêbazeke derxistina gelê me ji hevsengiya siyasî hatiye vekirin. Berê jî ev hatine ceribandin. HDP ne partiyeke tabelayan e, partiyeke bi milyonan hilbijêr û bi deh hezaran xebatkar e. Em wisa nafikirin ku girtina partiyê ji bo wan jî encamdar be. Careke din ew ê bi heman encamê re rû bi rû bimînin. Gelekî watedar e ku gelê me li qadan xwedî li partiya xwe ya siyasî derdikeve û vê nîşan da. Derbarê doza girtinê wê çi bibe, wê encamên wê çawa be, wê were girtin yan na nîqaş tê kirin. Ti sedemeke qanûnî ya girtina wê nîne, lê bi biryareke siyasî dikarin vê bikin. Em helwestên keyfî yên hikûmetê dizanin. Hûn nikarin bi girtina partiyê gelê Kurd ji hevsengiya siyasî derxin."

'EM NE PARTIYA HILBIJARTINÊ, PARTIYA TÊKOŞÎNÊ NE'

Zeydanoglû anî ziman ku li hemberî cemsergeriya di siyasetê de, pêwîstiya civakê bi qadeke nû ya têkoşîn û civakîbûnê heye û wiha axaftina xwe domand: “Erkê sereke yê partiya me têkoşîna demokrasiyê ye û di avakirina jiyana demokratîk de rolê xwe lîstin e. Hilbijartin girîng e, lê hilbijartin ne tenê rêbaza têkoşîna demokrasiyê ye. Îdîaya me ya avakirina civakeke demokratîk, demokrasî û veguhertinê heye. Ji ber vê yekê ji bo hilbijartinê alternatîfên me wê hebin, lê armanca me tenê ne hilbijartin e. Hilbijartin hebe yan nebe, têkoşîna me qat bi qat mezin dibe û em ê berdewam bi rê ve bibin. Em xwe wekî Rêya Sêyem pênase dikin. Di demekê ku li Tirkiyê siyaset hatî cemserkirin de, pêşxistina sîstema demokratîk a li Tirkiyê û Kurdistanê weke rêya sêyemîn gelekî girîng e. Ya ku li hemberî çêkirina cemseriya di siyasetê de ji bo civakê hewce dike, qadeke nû ya têkoşîn û civakîbûnê ye. Bi vî awayî em xwe wek Rêya Sêyem bi nav dikin. Em hewl didin di qada têkoşîna hevpar de ji bo hemû beşên derveyî sîstemê têkoşîneke yekbûyî pêş bixin. Encamên van wê pir mezin bin. Jixwe em vê yekê dibînin.”