‘PKK wê ji bo yekîtiya Kurdan peywirên xwe bi cih bîne’

PKK: PKK di sala 42’emîn de ji bo geşkirina berxwedana azadiyê û avakirina yekîtiya demokratîk a Kurdan, careke din diyar dike ku wê hemû peywirên dikeve ser milê wê, pêk bîne.

Komîteya Rêvebir a PKK’ê derbarê salvegera 41’emîn a damezirandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“PKK di 22 salên dawîn de li hemberî êrîşên dagirker ên navneteweyî û pergala qirkirinê ya Îmraliyê berxwedana şoreşgerî bi rê ve dibe. Li ser vî esasî komploya navneteweyî ya ku DYE birêxistin kiriye, ji binî ve parçe kiriye û hemû rûpoşên Komara Tirk xistiye erdê, di şexsê dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê rastiya dijmin a qirker û mêtinger derxistiye holê û ev feraset aniye ber têkçûnê.

Pêşengê azadiya gelê Kurd PKK, di salvegera xwe ya 41’emîn a fermî de ye. Em dikevin sala 42’emîn a PKK’ê. Li her qadê nîqaşên kûr û pîrozbahiyên bi coş tê kirin. Li ser vî esasî ya Rêber Apo di serî de, em Cejna Partiyê ya hemû rêheval, gel û dostên xwe yên şoreşger û demokratîk pîroz dikin û di têkoşîna wa de serkeftinê ji wan re dixwazin. Em nêzî 40 hezar şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan bi ser bixînin û em ê wan bidin jiyîn.

Wekî ku tê zanîn PKK dibe partiyeke Rêbertî û şehîdan. Ji serî ve bi felsefeya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan xwe ava kiriye, fikr û taybetiyên wî yên kesayetiyê ji xwe re kiriye mînak, pîvanên îdeolojîk û tarza wî wergirtiye û bûye berhema ked û hewldana ku qet naqede. Rêber Apo diyar dike ku ‘Şehîd PKK’yî ne’ û balê dibe ser vî tiştî ku şehîdên me yên qehreman wekî PKK dijîn. Diyar dike ku PKK rêxistinkirina bîranîna Hakî Karer e. Ji Hakî Karer heta Mazlûm, Kemal, Hayrî, Mehmet Karasûngûr û Mahsûm Korkmaz, heta Bêrîtan û Zîlan, ji Reşît û Sarayan heta Delal û Helmet artêşeke şehîdan a mezin derdikeve holê. Bi vî awayî li ser xeta Rêbertî û şehîdean xwe perwerde dike. PKK di sala 42’emîn de milîtaniya xeta Apoyî, şoreşgeriya fedaî û welatparêziya hevgirtî wê bêtir bi pêş bixe.

PKK TEVGERA DIJWARÎ Û BÊDERFETIYAN E

PKK 41 salên têkoşîna xwe li hemberî dijwarî û bêderfetiyan derbas kiriye. Li hemberî êrîşên îmha û tasfiyeyê ya dewleta Tirk a mêtinger û qirker, her dem li ber xwe daye û dîrokê ev geşedan derxistiye holê. Ligel ev qas zext û dijwariyan dev ji xeta xwe ya hebûn û azadiyê bernedaye û jê bi dûr neketiye. PKK ne tevgera derfetên maddî yên mezin e, ew bûye tevgera dijwarî û bêderfetiyan. Her tiştê xwe bi têkoşînê bi dest xistiye. Ji ber vê jî divê nirxa destkeftiyên PKK baş were zanîn.

Di 50 salên dawîn de li Kurdistanê li ser navê azadî û demokrasiyê di bin hemû geşedanan de îmzeya Rêber Apo û PKK’ê heye. Di salên 1970’î de di warê rastiya Kurdistanê û doza Kurdan de ronakbîriyeke mezin hatiye avakirin. PKK li ser bingeha vê ronakbîriyê teşe girtiye û bi berxwedanên Sêwreg û Hîlwanê diyar kiriye ku ew ê ji bo hebûna Kurdan û azadiya wê şer were kirin. PKK bi berxwedana zindanê diyar kiriye ku wê tu tişt nikaribe berxwedaneke wisa bide sekinandin û bi pêngava gerîlayan a di 15’ê Tebaxê de diyar kiriye ku wê ev berxwedan li ser xeta serfiraziyê bidome. PKK li ser xeta gerîla şer dike û di serê salên 1990’î de Şoreşa Vejîna Neteweyî bi ser xistiye, li ser bingeha serhildanê Şoreşa Azadiya Jinan daye dest pê kirin û rê li ber vî tiştî vekiriye ku Başûrê Kurdistanê statuyekê bistîne.

LI HEMBERÎ PERGALA QIRKIRINA ÎMRALIYÊ BERXWEDAN TÊ BIRÊXISTINKIRIN

PKK di 22 salên dawîn de li hemberî êrîşên dagirker ên navneteweyî û pergala qirkirinê ya Îmraliyê berxwedana şoreşgerî bi rê ve dibe. Li ser vî esasî komploya navneteweyî ya ku DYE birêxistin kiriye, ji binî ve parçe kiriye û hemû rûpoşên Komara Tirk xistiye erdê, di şexsê dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê rastiya dijmin a qirker û mêtinger derxistiye holê û ev feraset aniye ber têkçûnê. PKK bi guherandina paradîgmayê re Teoriya Modernîteya Demokratîk ava kiriye, bi paradîgmaya civaka azadîxwaz, azadiya jinê diparêze û ekolojîk ji bo hemû bindestan rêya rizgariyê vekiriye. Şoreşa li Rojava ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an û pratîka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye sepandineke girîng a vê xetê.

PKK di sala 41’emîn de li hemberî ferasea faşîst, mêtinger û qirker, li ser bingeha stratejiya şerê gel a şoreşger berxwedaneke mezin bi rê ve biriye. Li hemberî biryara DYE ya di 6’ê Mijdara 2018’an de ya nûkirina komployê û li hemberî tecrîda li Îmraliyê li derdora Greva Birçîbûnê ya Mezin a di 7’ê Mijdara 2018’an de pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ daye destpêkirin. Li ser vî esasî piştî 2’ê Gulanê deriyê Îmraliyê hatiye vekirin û di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê derbeke giran li faşîzma AKP û MHP’ê daye.

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ 45 ROJ IN BERXWEDANEKE QEHREMANÎ DIDOME

Bêguman yek ji parçeyekî girîng ê berxwedana 41 salan jî berxwedana li hemberî êrîşên li ser Rojava ye. Li hemberî êrîşên dagirker ên AKP û MHP’ê yên ku DYE û Rûsya piştgiriyê didiyê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên xweparastinê 45 rojan li ber xwe dane û Başûrê Kurdistanê di serî de li her dera dinyayê xwedî li vê berxwedanê hatiye derketin.

Niha li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê ya sala 42’an li Rojava û Başûr berxwedana şerê gel ê şoreşgerî didome. Şerê di navbera dewleta Tirk û PKK’ê asta herêmî derbas kiriye û gihiştiye asta herêmî. Bêguman ev rewş derfetên çareseriya doza Kurdan zêdetir dike. Ev diyar dike ku xetereyeke mezin jî li pêş me ye. Di vê çarçoveyê de faşîzma AKP û MHP’ê bi piştgiriya pergala desthilatdar û dewletparêz dixwaze PKK’ê têk bibe û qirkirina Kurdan bi ser bixîne. Ji bo ku vî tiştî bike jî her cure qetlîam û êrîşan dike. Ji bo pêkanîna hebûna Kurdan û azadiya wê divê ev êrîşkarî were şikandin û feraseta faşîst û mêtinger a ku dijminatiya Kurdan dike jî were têk birin. Ev jî pêkhatina yekîtiya demokratîk û neteweyî ya Kurdan dikare pêk were.

YEKÎTIYA NETEWEYÎ

PKK di sala 42’emîn de ji bo geşkirina berxwedana azadiyê û avakirina yekîtiya demokratîk a Kurdan, careke din diyar dike ku wê hemû peywirên dikeve ser milê wê, pêk bîne. Li ser vî esasî em bang li hemû partî û rêxistinên Kurdan, hunermend, ronakbîr, jin û ciwanên Kurd dikin ku bila derfetan bibînin, li ser esasê Kongreya Neteweyî tifaq û yekîtiya xwe ava bikin û ji bo azadiyê bi hev re bixebitin.

DIVÊ GELÊN ROJHILATA NAVÎN JÎ TÊKOŞÎNÊ BI PÊŞ BIXÎNIN

Ev bûyerên dawîn diyar dike ku qedera gelê Kurd, ya gelên herêmê û ya hemû mirovatiya bindest wekî hev e. Qirkirin û mêtingeriya li ser Kurdistanê, Tirkiye di serî de li ser gelên Îran, Iraq û Sûriyeyê dibe faşîzm û pêkutî. Berevajî vî tiştî têkoşîna azadiyê ya ku gelê Kurd ava kiriye, Tirkiye di serî de li Iraq, Îran û Sûriyeyê demokrasiyê bi pêş dixe û cîhaneke din a demokratîk ava dike. Li ser vî esasî PKK Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê di serî de hemû berxwedanên gel ên demokratîk ên li Rojhilata Navîn silav dike.

Sala 42’emîn a PKK’ê wê bibe sala ku feraseta faşîst, mêtinger û mêrserwer were hilweşandin, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li ser xeta azadiya jinan were geşkirin. Têkoşîna azadiya Kurdistanê ya bi xeta azadî û têkoşîna Apoyî xwe ava kiriye, wê bêtir pêşengiyê ji têkoşîneke wisa re bike.

Li ser vî esasî em careke din sala 42’emîn a PKK’ê silav dikin, Cejna Partiyê û Vejîna Neteweyî ya hemû kesan pîroz dikin. Em bang li hemû rêheval, jin, ciwan û gel û dostên xwe dikin ku di sala 42’emîn a PKK’ê de em li hemberî siyaseta faşîst û mêtinger, têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê geştir bikin.”