‘PKK vejîna mirovahiyê ye’

Gerîlayên YJA Starê di salvegera 41'emîn a avakirina PKK’ê de, serkeftin û destkeftiyên têkoşîna azadiyê nirxandin. Gerîlayên Tevgera Azadiyê diyar kirin ku ‘Têkoşîna PKK’ê ji bo tevahiya gelan vejîneke nû ye.’

Yek ji gerîlaya YJA Starê Rûken Koçer got; “Gelê Kurd bi raman û felsefeya Rêber Apo re dikarin cewhera çand, nasname û zimanê xwe bidin jiyîn. Salvegera tevgera me ya azadiyê serî de ji Rêber Apo, hemû şehîdên Kurdistanê yên ku di oxira vê dozê de canê xwe feda kirine û hemû gelên cîhanê yên ku ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikim. Bi rastî têkoşîna PKK’ê ji bo mirovahiyê bû ronahî, ji ber ku mirovahî di nava pencên pergalê de dihat perçekirin lê gelên azadîxwaz bi ruhê afirîner yê PKK’ê ve vejîneke nû pêşwazî kir û heta niha jî ev têkoşîn bi serkeftî didome. Heta avakirina PKK’ê dewletên serdest ti carî hebûna gelê Kurd qebûl nekirin lê di pêşengtiya Serok Apo helwestên azadiyê ji aliyê gelê Kurd ve tê nîşandan. Serok Apo û hevalên me yên ku bi qehremanî şer kirin rastiya têkoşîna gelê Kurd li her derî cîhanê belav kirin ji ber vê gelê Kurd ji bona jiyandina nasnama xwe bû xwedan ked û têkoşînên mezin. Heke gelê me di roja îro de dikare li her derî bi zimanê xwe biaxive bêguman ev jî bi saya ked û têkoşîna Serok Apo û PKK’ê ye. PKK ji bona mirovahiyê di wateya jiyanek nû de ye. Kesên ku xwedan xwestek û armancên azadiyê ne, divê rastiya PKK’ê û têkoşîna Rêber Apo jî baş binasin. Gelên ku di bin zextên desthilatdariyê de dijîn encax bi têkoşîna azadiyê re ango bi ramanên Serok Apo re dikarin rizgar bin û bigihîjin azadiyê. Bi taybetî gelê me yê ku bi faşîzma AKP-MHP’ê re rû bi rû ne, heke dixwazin bibin xwedî nasname û azad divê bîrdoziya Serokatî û PKK’ê nas bikin da ku xwe li ser piyan bigirin. Bi rastî di nava PKK’ê de pêşengtî û erkên jin gelekî girîng e. Jin ji bona jiyan û mafên xwe li serê çiyayên azad şerê azadiyê didin bêguman ev jî bi keda bêhempa ya Serok Apo re gengaz e. Qehremanên wek Zîlan û Berîtanan rêya azadiyê ji bo me dikin ferman. Em gerîlayên jin ji bo pêkanîna xeyalên wan heta serkeftinê têkoşîna xwe dewam bikin. Di rêya têkoşînê de ji bo serfiraziyê çi ji me bê xwestin em ê amade bin û serbikevin.”

‘GELÊ ME YÊ BERXWEDÊR WÊ BI HÊZ Û TÊKOŞÎNA PKK’Ê BI SER BIKEVE’

Gerîlayeke YJA Starê Hêvî Stêrk jî salvegera PKK’ê dinirxîne û dibêje; ‘Bi rastiya gelê berxwedêr ve doza me serbikeve. Salvegera 41'emîn a PKK’ê serî de ji Serokatî, gelê me yê berxwedêr û li hemû hevalên xwe pîroz dikim. Li tevahiya Kurdistanê êrîşekî mezin heye lê beramberî vê gavên bi serkeftî heta vê kêliyê jî bênavber tên avêtin. Gelê me gelekî berxwedêr e, bi hêza têkoşîna xwe re serdikeve û ev hêz dide me jî. Em bang li jinan dikin ku li hember dagirkerî û zordariyê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Dijmin dixwaze bi rêya zordariyê encam bigire lê ruxmê ku tevahiya derfetên xwe xistine meriyetê jî nikarin li hember hêza me bisekinin. Her ku diçe em hîn xurttir dibin, di her şehadetekê de hêza me hîn mezintir dibe. Ev bi qasî ku pêvajoyek zehmet e ji wê zêdetir jî bi serkeftî ye. Em ê zêdetir bixebitin da ku asteke hîn bi serkeftî ava bikin. Gelê Kurd ti carî li hember dijmin serî netewandiye û di her pêvajoyekê de Egîdên hemdem derketine.”

‘EM Ê HETA SERKEFTINÊ LI BER XWE BIDIN’

Gerîla Hêvî bal dikşîne hêza jinên Kurd û dewama nirxandinên xwe de wiha dibêje; “Heta ku li serê çiyayên azad jin têkoşîna xwe bidomîne teqez em ê bi ser bikevin. Mînaka vê jî li Rojava berbiçav e. Gelê me xwe feda dikin ji ber vê emê doza bi maf ya gelê xwe serbixin. Wek jineke Kurd çawa ku li Rojavayê Kurdistanê têkoşîn û şehadeta Hevrîn Xelef pêşengtiya berxwedana gelê me dike em milîtanên Tevgera Azadiyê tola wê û ya hemû gelên herêmê, ji zordar û faşîstan bigirin. Em gerîlayên azadiyê îddîaya me ya vê pêvajoyê ev e ku, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin, li hember dijminê ku demên xwe yên herî tengav de ye, em bi ser bikevin. Em ê her dem bi bawerî têbikoşîn. Banga me ji hemû jinên cîhanê re ev e ku; divê refên têkoşînê de cihên xwe bigirin, beşdarî berxwedana dîrokî ya gelan û bi taybetî jî jinan bibin lewra demên ku em jiyan dikin hewce bike mirov berdêlên mezin jî bide. Dîrok vê yekê li ser me ferz dike. Heke tênekoşin, em ê nikaribin xwe ji pergala koletiyê rizgar bikin. Li hember zihniyeta zilam divê em têbikoşin. Di vê rêyê de jî ramanên Rêber Apo pîroz in û jinê radike. Dihêle ku jin bi hêza xwe bawer be. Li her dera Kurdistanê vejîna ku bi PKK’ê re dest pê kir ji bo jinan jî rêya azadiyê vekir û îro li her derê Kurdistanê jin pêşengtiyeke dîrokî dike, li ber xwe dide. Di cîhanê de hêza YJA Star tê naskirin lewra jinên wêrek û bedew in. Li hember hêza mezin ya jinan pergala dewletan tirsekî di nav tirseke mezin de ne, lewre ew bi kolekirina jin û civakê re temenên xwe didin domandin. Em ê li ser çiyayên azad, heta em hemû jinan rizgar bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘PKK’Ê LÊGERÎNA AZADIYÊ DA DESTPÊKIRIN’

Yek ji gerîlaya YJA Starê Sorxwîn Baran ji bo salvegera PKK’ê got ku; “Salvegera 41'emîn a PKK’ê serî de li Serok Apo, li hemû mirovahiyê pîroz dikim. PKK’ê ji bo hemû gelan vejîneke nû ye. Bi taybetî rêya artêşbûna jinan vekir da ku jin karibe pêşengtî ji berxwedana gelan re bike û azadiya civakê misoger bibe. Bêguman azadiya jinan jî girêdayî vê têkoşînê ye. Rêber Apo bi têkoşîna gelên berxwedêr ve rêya azadiya jinan jî nîşan da û di roja îro de tevahiya jinan bi felsefa Rêber Apo re di lêgerîna azadiyê de ne. Bi vî awayî xwedî li nasname, hebûn û zimanê xwe derdikevin. PKK’ê kir ku her mirovên azadixwaz li rastiyên xwe vegerin, lêgerîna rastiyê dest pê bike û rêya azadiyê hilbijêrin. Ji ber ku PKK tevgereke wijdanî ye, her tim edalet û rêya rast esas digire. Heta niha jî her kes di vê rastiyê de têdikoşin. Ji be vê yekê hebûna PKK’ê ji bona mirovahiyê xwedan girîngiyeke mezin e. Em bi bilindkirina têkoşîna azadiyê re vê salê bikin azadiya Serok Apo û ya hemû gelan. Em gerîlayên YJA Starê ji bo azadiya gelê xwe em ê heta dawî têbikoşin.”