PKK ti carî neşibiya dijminê xwe -NÛ BÛ

Dewleta Tirk di nava 40 salên dawî de bi dehan komkujî, kuştina bêdaraz kir; çi sivîl çi jî leşkerî. PKK'ê heta niha timî hewl da ku êsîrên dei destê xwe de radestî dewleta Tirk bike.

Artêşa Tirk bombe li kampa li Garê barand ku polîs, leşker û endamên MÎT'ê yên dîlgirtî lê bûn û bû sedema mirina 13 ji wan. Dewleta Tirk bi desthilatdarî, artêş û medya xwe, sûc xistin stuyê PKK'ê. Lê belê pratîka 40 salan a PKK'ê nîşan dide ku ev sûcdarî dereweke desthilatdariya Tirk e.

Li gel sûcên şer û yê li dijî mirovahiyê ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tên kirin, PKK'ê di nava şerê 40 salî de li gorî Konvansiyona Cenevreyê; li gorî pîvanên însanî û exlaqî nêzî personelên dewleta Tirk ên dîlgirtî bû. PKK'ê leşker an jî polîs, bi saxî û selametî radestî saziyên mafên mirovan an jî saziyên pêwendîdar kir û bi vî rengî dersa mirovî û hiqûqî da artêşa Tirk. Gerîlayan ji salên 1990'î û vir ve bi dehan leşker û polîs êsîr girtin. Li gorî daneyên Şaxê Amedê yê ÎHD'ê; di navbera salên 1990-2012'an de di 110 çalakiyên cuda de 67 polîs, 32 cerdevan, 145 karmendên dewletê, 15 siyasetmedarên dewletê, 38 tûrîst, 2 rojnamevan û 36 sivîl bi giştî 335 kes girt. Temamiya van mirovan jî bi navbeynkariya saziyên mafên mirovan ên meclîsê û navneteweyî, bi navbeynkariya saziyên civakî yên sivîl hatin berdan. Vaye çend çend ji mînakên wan:

ÇALAKIYA DESTPÊKÊ YA DÎLGIRTINÊ

Çalakiya destpêkê ya dîlgirtinê 10'ê Cotmeha 1992'an pêk hat. Gerîlayên ku li ser rêya Wan-Tetwanê kontrol dikirin, li qada Şapûrê astsûbayek, 2 leşker û meleyek dîl girtin. Leşker piştre radestî malbatên wan hatin kirin.

PKK'ê 20'ê Tebaxa 1993'an vê carê li nêzî navçeya Hezro ya Êlihê di dema kontrola rê de 13 leşkerên di mînîbusekê de dîl girtin. Ev leşker jî bi sax û selametî radestî malbatên wan hatin kirin.

PIŞTÎ 2 SALAN HATIN RADESTKIRIN

Li bejahiya navçeya Qilabanê ya Şirnexê di şerê Kanûna 1994'an de leşkerê bi navê Îbrahîm Yaylali bi birîndarî dîl hate girtin. Gerîlayan ew tedawî kirin û ji nû ve. Yaylali piştî 2 salan radestî heyetek ji parlamenterên berê yên Partiya Refahê (RP) û rêxistinên civakî yên sivîl hate kirin.

8 LEŞKER BI CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ HATIN RADESTKIRIN

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, gerîla Tîrmeha 1996'an de avêtin ser Qereqola Ortaklarê. Di vê serdegirtinê de 8 leşker dîl hatin girtin. Ev leşkerên dîlgirtî piştre li kampa Zelê bi civîneke çapemeniyê radestî heyetekê hate kirin ku heyet ji parlamenterên RP'ê Fethûllah Erbaş, Serokê Giştî yê ÎHD'ê yê wê demê Akin Bîrdal û Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê yê wê demê Îhsan Arslan hatin kirin.

LEŞKER JÎ POLÎS JÎ HATIN RADESTKIRIN

Di 18'ê Tîrmeha 2005'an de ku AKP hingî 3 sal bû desthilatdar bû, vê carê li ser rêya bejahî ya Erzîromê gerîlayên HPG'ê di kontrola rê de leşker Coşkûn Kirandî yê ji Semsûrê diçû Trabzonê dîl girtin. Kirandî piştre di 4'ê Tebaxa 2005'an de li bejahiya gundê Guleçê yê herêma Kûtû Deresî ya Dersimê radestî heyeteke sivîl hate kirin ku Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Mîhdî Perînçek, Serokê ÎHD'ê yê Amedê yê wê demê Selahattîn Demîrtaş û hunermend Ferhat Tûnç di nava heyetê de bûn.

POLÎS HATE GIRTIN, DERGISTIYA WÎ NEHATE GIRTIN

Gerîlayan di 9'ê Cotmeha 2005'an de li ser rêya Şirnex û Mîdyadê di dema kontrola rê de polîsê li Cizîrê wezîfedar bû Hakan Açil dîl girtin. Gerîlayan dergistiya Açil a pê re bû berdan. Açil piştî 110 rojî di 27'ê Çileya 2006'an de li Zaxoyê radestî heyeta mafên mirovan a ji 8 kesî û bavê wî Mûammer Açil bi sax û selamatî hate kirin.

GERÎLA Û LEŞKERAN HEV HEMBÊZ KIRIN

Li herêma Oremarê ya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê, di 22'ê Cotmeha 2007'an de di navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG'ê de şerekî giran qewimî. Piştî vî şerî 8 leşker ji aliyê gerîla ve dîl hatin girtin. Leşkerên dîl hatin girtin li qada Çemço ya Zapê radestî heyetekê hate kirin ku ji parlamenterên DTP'ê Aysel Tûglûk, Osman Ozçelîk û Fatma Kûrtûlan, Wezîrê Karên Hundir ê Kurdistana Federe Haci Mahmûd Osman û Serokê Toleransa Navnetweyî Kerîm Sîncarî pêk dihat. Balkêş bû ku leşker û gerîlayan hev hembêz kirin û bi vî rengî ji hev qut bûn.

DEWLETÊ YÊN HATIN BERDAN GIRT

Piştî vî dîmenî leşkerên hatin berdan, hatin girtin. Dewletê ne tenê leşker girtin, her wiha li dijî endamên heyetê jî doz vekir.

DEWLETÊ CAREKE DIN XWEST ÎMHA BIKE

Gerîlayan li navçeya Licê ya Amedê di 10'ê Îlona 2011'an de çawişên pispor Abdullah Sopçeler, Zîhnî Koç û teknîsyenê tenduristiyê Aytekîn Tûrhan dîl girtin. Leşkerên dîl hatin girtin dîmenên wan yekemcar di Roj TV de hate weşandin û hevpeyvîn bi wan re hate kirin. Leşkeran diyar kirin ku rewşa wan a tenduristiyê û rewşa giştî baş e û ji saziyên mafên mirovan xwestin ku wan ji gerîla teslîm werbigirin. Wezîfedarkê tenduristiyê û leşkeran gotin, "Ji roja ku em dîl hatine girtin û vir ve bi rengekî baş li me dinerin. Ti nêzîkatiyeke xerab li me nekirine. Derfetên xwe hemûyan didin me. Gerîlayan ji me re gotin ku ji bo me bigihînin malbatên me çi ji destê wan bê ew ê bikin."

Lê belê dewleta Tirk mîna ku li Garê kir, bombardûmaneke giran li qadên gerîla kir û dest bi operasyonan kir. Dewleta Tirk hewl da leşkeran îmha bike û bi vî rengî guneh bixin stuyê gerîla. Gerîlayan jî piştî demekê, tevî ku jiyana xwe xistin rîskê jî, êsîr radestî heyetekê kirin.

YEKSER BERSIV JI BANGA OCALAN RE HATE DAYIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya 'pêvajoya diyalogê' de ya sala 2013'an bang li HPG'ê kir ku êsîran berde. Gerîlayan jî di cih de bersiv dan vê bangê û qeymeqamek jî di nav de 8 leşker û polîsên di dem û çalakiyên cuda de dîl girtibûn, radestî heyetekê kir ku heyet ji Parlamenterê DBP'ê yê wê demê Husamettîn Zenderlîoglû, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê Ahmet Farûk Unsal û Serokê Şaxê Mazlûm-Derê Selahattîn Çoban pêk dihat.

PIŞTÎ DÎLGIRTINÊ JI NAVA ARTÊŞA TIRK DERKET

Yener Soylû ku di nava artêşa Tirk de efser bû û dîl hatibû girtin, piştî hate berdan ji nava artêşa Tirk qut bû. Yener Soylû got, "Ez ê li wir hîn bibûma ku PKK ne rêxistineke anarşîst, terorîst û bi xeta neteweperestiya kevn e, ew tevgereke mirovî ye, tevgereke bi rûmet e, rêbaza hurmet û hezkirinê di nava wan de heye. Pîvanên şer li aliyekî, weke endamên artêşê me madeyeke bi tenê ya Peymana Cenevreyê jî ji bo gerîlayên dîl dihatin girtin bi cih nedianîn. Nîşaneya herî berbiçav a vê yekê jî ew e ku gerîlayên dihatin girtin bi êşkenceyê zexta îtirafkariyê lê dihate kirin."