PKK partiya Newrozê ye û wê wiha bimîne

Tevgera PKK’ê partiya Newrozê ye û tekane pêşenga meşa azadiyê ya gelê Kurd e. Aşkere ye ku ev çax wê bibe ya gelê Kurd. Ji niha û pê de ti hêz wê nikaribe li pêşiya têkoşîna gelê Kurd bisekine.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha behsa Newrozê dike: ‘’Em Newrozê ya ku di nav agirê têkoşînê de zaye, di roja berdest de ji nû ve bi êgir distrên, gelê azad, jiyana wê hîs dikin û pîroz dikin.  Jiyan ew e ku bi rengekî ku xwe bi esasen hîmî yê hebûna mirov de, belkî jî bi qasî ku di dîroka mirovahiyê de nikaribe were vegotin, berdaye, ne ku tenê tenê li derî jiyanê maye, rastiyeke wiha ye ku ber bi jiyaneke wiha ve dehf daye ku ji mirinê kambaxtir e. Bûna parçeyek ji vê, mirov dixe rewşeke wiha ya rûreşî ku tenê bi zext û mêtingeriyê nikaribe were vegotin.

Weke ku tê hesibandin, bi qasî ku tê jiyîn ji êşdarbûn û zorbûnê wêdetir, têra xwe qehrdar e, jiyan ketiye rewşa sûcbûnê, ku bersiva wê neyê dayîn her roj wê ji mirinê xirabtir tê jiyandin lê bersivana wê jî berxwedaniyeke bêhempa hewce dike, ku em parçeyek ji vê rastiyê ne, di rojên Newrozê de me gava xwe ber bi vebijêrka jiyaneke nû ve avêt.’’

Newroz bi hatine biharê re hişyarbûna levhatî ya xweristê û nûbûnê ye .Dema ku mirov li ser durengiya mirov- xwerist, şexs-civakê binere jî, tesîra li ser Newrozê ya li ser mirovan jî were dîtin. Bi Newrozê re hêviyên nû bi mirovan re çêdibin, bi dil û can xwe li jiyanê digirin. Temsîla vê ya herî mezin gelê Kurd dike. Tovên tevgera azadiya Kurd di Newrozê de hate çandin.

Ev tov bi agirê Mazlûm Dogan û agirê ku Çaran li zindana Amedê berdane bedena xwe, bedena xwe bi agirê Newrozê kirine şevçiraxa azadiyê ya gelan, zîl da.  Ev şitl bi Zekîya Alkan, Ronahî, Bêrîvan, Rahşan û Sema Yuceyan ku gotin, ‘’Divê agirê Newrozê netefe’’ gur bû. Bi guleya pêşî ya li çiyayên Kurdistanê bi rengekî ku careke dî hilneweşe rayên xwe bi kûr ve berda. Newroz maneya xwe ya herî mezin ji bo Kurdan, weke çêbûna têkoşînê ye.

Li Kurdistanê Newroz her demê bi rihê serhildanan hatiye pîrozkirin. Dema ku mirov ji Newrozên salên 90’î li niha binere ferqa di navbeynê de wê beloq bibe. Partiyên xwedêgiravî Kurdistanê bi pîrozkirina Newrozê ya li otêlên lûks bi kokteylan, Newrozê ji armanca wê derdixin, gelê Kurd ê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi vêxistina êgir, li dijî zext û êşkenceyê bi serhildanan Newroz pîroz dikirin.

Ji wê rojê û wir ve zêde tiştek neguheriye. Gotina PKK partiya Newrozê re weke her salê vê salê jî hate çespandine. Gelê Kurd bi milyonan xwe berda qadên Newrozê, li her deverê dirûşma, ‘’Bijî Serok Apo’ olan da. Ji ber ku gelê Kurd ê ku bûyî Newroz êdî hay jê heye ku dema azadiyê hatiye û pê dizane ev encex bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkan e. Gelê Kurd hay jê heye ji bo ku sedsaleke dî jî ji dest neçe ji têkoşînê pê ve ti rêyeke wê ya dî nîne. Ev têkoşîn, wê berxwedana Newrozê ya gelê Kurd serfiraz bike.

Helbet Newrozê îsal terisîna xwe ya herî mezin li qadên gerîla dît. Di şerê dagirkeriyê yê domdar de bi teknîka herî pêşketî ya serdemê, bi rêbazên ku hiqûqa şer binpê dike, bi çekên kimyewî bi ser gerîla de çûn, lê li gel vê jî gerîlayan çeteyên bêesil û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê kirin şoqê. Dewleta faşîst a TC’ê ku her roj li ber kamerayan dibêjin wan gerîla tine kirine, dema ku çav li coşiya Newrozê kirine lal bûne. Hêzên dagirker weke ku rastiya, ‘Gerîla her ku li ber xwe dide mezin dibe, geş dibe, têk naçe’ ji bîr kirine.

Me îsal pîrozbahiyên têra xwe coşdar a gerîla dît. Li Garê, Zap, Metîna, Xakurke, Qendîlê û li gelek qadên din, gerîlayan bi coşdarî Newroz pîroz kirin. Me dît ku moral û motivasyona gerîla zehf geş e.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê diyar kirin ew ê rastiya têkoşîna bêhempa ku Newrozê afirandiye her demê bi biryardariyeke mezin bi cih bînin û tiştek nemaye ku dewleta Tirk a faşîst xwe pê bigire. Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ku her yek jê weke Kawayê hevçax hazir in ku gurzê têkoşînê bi ser mêjiyê dijmin de daweşînin. Gerîla weke her demê careke dî ispat kir ku têk naçe. Di sala 50’î ya Rêber Apo û tevgera PKK’ê de, me di şexsê gerîla û bi milyonan de yên ku xwe berdane qadan dît ku em ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne. Aşkere ye ku gerîla ji her demê bêhtir berxwedêr û biryardar e. Her yek ji wan li hedefê asê bûne. Ew jî di Sala 50’î de bi Rêbertiya Azad re Kurdistana azad e. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ku bi pêngava Egîdên Botanê, Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê têkçûneke dîrokî bi artêşa Tirk a faşîst dane jiyîn, bi asta û coşiya biryardariya ku nîşan dane, xeta têkoşînê ya sala 2022’an jî danîne holê.

Gerîla biryardarî û hedefên xwe di vê Newrozê de pir aşkere danîn holê. Ew hêza Kurdan tine ku sedsaleke dî jî ji dest berdin. Her gava dûrbûna ji Rêber Apo dibe sedema ku gelê Kurd ji azadiya ku heq dike dûr bimîne. Ji ber vê jî hem gerîlayan, hem jî gelê Kurd ku bûyî Newroz danîne holê ku Newroza îsal wê bibe sala azadbûna fizikî ya Rêber Apo.

Biryardariya têkoşînê ya ku ji qadên Newrozê bi tevlêbûna bi milyonan berbelav bûyî, hem ji dijminê faşîst  re, hem jî ji PDK’ê û malbata Barzanî re ku xeta nokeriyê ferz dike û hemû nirxên gelê Kurd dixe bin piyê dagirkeran bûye bersiva herî mezin. Mirov nikare xakên pîroz ên Kurdistanê ku bi xwîna bi deh hezaan lehengî hatî avdan pêşkêşî dagirkeran bike. Gelê Kurd bi berxwedanî, têkoşîna xwe ev rastî li rûyê hemû dijminan daye.

PDK divê demildest ji eniya dijmi ku hemû nirxên Kurdan binpê dike derkeve û rastiya ku Newrozê derxistî holê bibîn. Li şûna ku bi gelê xwe re bikevin meşa azadiyê, ên ku xayintiyê dikin wê birizin û tine bibin.  Tevgera PKK’ê partiya Newrozê ye û gelê Kurd tekane pêşengê meşa azadiyê ye. Aşkere ye ku ev serdem wê bibe serdema Kurdan. Ji niha û pê de ti hêz wê nikaribe pêşî li têkoşîna Kurdan bigire. Gelê Kurd bi hêza ku ji gerîla standî, ji heft salî bigire heta bi heftê salî vê rastiyê dibêje. Coşiya Newrozê ispata vê ye. Encama ku di Newrozê de derketî holê, encama berxwedana bêhempa ya gerîla di sala 2021’an, wê bi biryardariya Newrozê îsal mezintir bibe, li tevahiya sala 2022’an û piştre wê were hîskirin.