'PKK jiyana rasteqîn dide mirovan'

"Her wekî din gelek nêzîkatiyên hevaltiyê bandoreke mezin li min kirin. Ji ber vê her hewildanên min ew bû ku ez jî weke şervaneke azadiyê, bi van hevalan re cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de bigirim."

Di rêwîtiya xwe de, bi jîrbûna gerîlabûyînê re di şîverêyên asê de dibe hêvî. Gerîlaya bi navê Dunya Cûdî di her warî de ji bo bibe şagirteke baş a Rêber Apo bi hemû hêz û girêdana xwe têdikoşe. Dunya Cûdî bi navê xwe yê rast Fatma Kûrhan di sala 1988’an de li Sêrtê ji dayîk dibe, û di sala 2012’an de tevlî nava tevgera azadiyê dibe. Bi welatparêziya malbatê re, berê xwe dide çiyayên azad, cihên xwe di gelek qadên Kurdistanê de digire û têdikoşe.

BI XWEŞIKBÛNA ÇIYAYAN RE BÛBÛ VÎNA AZADIYÊ

Gerîla Dunya bi girêdana xwe ya ji çiyayên azad û hezkirina xwe ji hevaltiyê re di nava hevalên xwe de tê nasîn. Her bi van nêzîkatiyên xwe ve cihê xwe di dilê her kesî de digire û tê hezkirin. Gerîla Dunya bi hatina xwe yê çiya bi van gotinan tîne ziman: “Tişta ku herî zêde di nava partî de ez pê bandor bûm yek jî ji wan civakîbûyîna hevalên jin û hevaltiya wan a bi hev re bû. Ji bo vê herî zêde di vî milî de girêdanên min di warê jiyana PKK’ê de hat pêşxistin. Her wekî din gelek nêzîkatiyên hevaltiyê û hevaltiya bi hev re jî bandoreke mezin di şexsê min de dida avakirin. Ji ber vê her hewildanên min ew bû ku ez jî weke şervaneke azadiyê, bi van hevalan re cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de bigirim”. Her wekî din ji bo bidestxistina jiyaneke azad jî, bi van lêhûrbûnên xwe ve berdewam dike: “Bi taybetî tişta ku mirov di vê jiyanê de bi dest bixe jî, ew jiyîna rast e ya ku bi mirovan re didin avakirin. Ji bo vê jî hewildanên min ev e ku jiyaneke rast bijîm, min xwest ku bi hemû enerjiya xwe û îradeya xwe ya cewherî tevlê bibim. Ji ber min bi xwe jî di gelek milan de ew berxwedaniyên hevalan û serxistina vê min didît. Ji bo vê yekê ev rêxistin xwe li ser piyan digire û têkoşîna xwe berdewam dike. Bi rastî jî mirov jiyana rast, jiyana azad di nava vê tevgerê de bi dest dixe, min bi xwe jî ev hestên azadiyê di van çiyayên azad de dît.”

‘HER DEM DI NAV ŞEREKÎ DE BÛ’

Gerîla Dunya Cudî di nava tevgerê de, her di nava şerekî jiyanî de têdikoşiya. Ji bo xilasbûyîna ji kesayeteke ku ji xwe re nabe hêz û di bin bandoriya sîstemê de, di akademiya Şehîd Bêrîtan de hîn zêdetir li ser van tiştan disekine. Ji bo fêmkirina van taybetmendiyan, di nava perwerdehyê de şerekî kesayetî dide destpêkirin. Her wekî din bi van nirxandinên xwe ve pênase dike:, “Ji bo min di akademiya Ş.Bêrîtan de cihgirtin wateyeke xwe yê mezin hebû. Bi taybetî ji bo ji pêvajoyê re bibim bersiv û weke milîtaneke jin bi erkên xwe yê kêliyê rabim xwe amade dikim. Ji bo bibim layîqî kesayeta rêheval Bêrîtan, min di vê perwerdehiyê de xwest ku encamê jê derxim. Ev perwerde ji bo me tevahî hevalan armanca wê ev e ku em li ser kêmasiyên xwe bisekinin, xwe analîz bikin, kêmasiyan rast bikin. Bi taybet dikarim bibêjim jî di akademiya şehîd Bêrîtan de cihgirtin giraniyeke xwe heye. Ji bo vê hewildanên min ev e ku van hevalan rast bijîm û têkoşîna wan bi awayekî xurt bimeşînim.”

Gerîla Dunya di dawiya nirxandinên xwe de bal kişand ser girêdanên xwe ji gel û bendewariyên ku ji gelê xwe dike wiha got:, “Ji bo bibim layîqî gelê xwe ez di nava vê têkoşînê de dimînim. Ji ber pêvajoyeke giran li ser gelê me tê meşandin, ji bo vê pêwîstî heye ku em bi hevdu re vê têkoşînê mezintir bikin. Di heman demê de bikaribin êrîşên ku tên kirin pûç bikin. Ji ber ku bi yekîtiya gel û gerîla em ê serkeftina xwe mîsoger bikin.”

Gerîla Dunya di 24’ê Sibatê 2017’an de tevî 6 hevalên xwe yên têkoşînê li Bakurê Kurdistanê li herêma Xerzan a Bedlîsê şehîd dikeve û tevlî nav karwanê şehîdan dibe.