PKK: Em ê xwedî li bîranîna fermandarê mezin Fazil derkevin

PKK'ê ragihand ku yek ji pêşengên tevgera azadiyê û têkoşîna gerîla Fazil Botan şehîd bûye. PKK'ê got, "Wê weke hevrêyekî welê bê bîranîn ku her şaneya xwe tevlî rastiya Rêbertî, têkoşînê, şerê gerîla û PKK'ê kiriye."

PKK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Fazil Botan ê ku sala 1988'an tevlî nava Tevgera Azadiyê bû, di nava Reveberiya Biryargeha Navendî ya HPG'ê, Konseya Fermandariyê ya HPG'ê, Fermandariya Qadê ya Qendîlê de wezîfe kir, sala 2012'an li dijî DAÎŞ'ê cihê xwe li eniya herî pêş girt û sala 2015'an di encama qezayekê de birîndar bû, ji bo tedawiyê derbasî Ewropayê bû û 15'ê Hezîrana 2022'an şehîd bû.

Komîteya Navendî ya PKK'ê ji ber şehadeta Fazil Botan peyamek weşand. Peyam wiha ye:

"PKK ku partiyeke Rêbertî û şehîdan e, li dijî dijminê kujer, faşîst, qirker û zalim têkoşîneke mezin dide. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ku bi çek û teknîka herî pêşketî dike, li gel êrîşên dijmin ên bi gazên bi jehr û çekên kîmyewî yên di asta navneteweyî de qedexe ne, artêşa gerîla bi lehengî li ber xwe dide. Dost û dijmin, her wiha dîktator Erdogan-Bahçelî û faşîzma AKP-MHP'ê jî baş zanin ku serketina misoger a artêşa gerîla gelekî nêzîk e. Lewma diperpitin û mîna ku har bûne, êrîş dikin. Lê belê ew bi xwe jî baş zanin ku ev hewldanên wan bi kêr nayê. Bêguman li hemberî vê yekê em berdêlan didin, şehîdên mezin didin, lehengên mezin dikevin hembêza xakê. Yek ji van lehengen me yên mezin, yek ji şehîdên me yên mezin hevrêyê me Fazil Botan e.

DI PÊŞVEBIRINA ARTÊŞA GERÎLA DE BI ROLEKE MEZIN RABÛ

Şehîdê mezin ê partiya me Fazil Botan wê weke hevrêyekî welê bê bîranîn ku piştî tevlî nava refên partiya me bû her şaneya xwe tevlî nava rastiya Rêbertî, têkoşînê, şerê gerîla û partiya me kir. Weke fermandarê efsanewî yê berpirsyarî û wezîfeya mezin, meş û tevlîbûna mezin, di pêşvebirina artêşa gerîla de bi roleke mezin rabû. Ji dema ku tevlî nava partiya me bû û pê ve pêşketinên mezin afirand û hema bêje li her bihosta xaka Kurdsitanê gerîlatî kir, bi taktîkeke bêhempa ya gerîlatiyê derbên giran li dijmin xist. Bû yek ji fermandarên bijarte. Ji bo dawî li zext û koletiyê bîne, ku bi sedan sal in li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin, bi dil û can, bêrawestan têkoşiya. Bêguman a ku ew anî vê astê dilsoziya wî ya bi welêt re bû, berpirsyariya ji bo gelê xwe bû, dilxwaziya ji bo azadiyê bû û welatparêziya Botanê bû. Li Botanê hîn di zarokatiyê de zilma dijmin dît, bi van kiryarên mêtingeriyê yên hovane mezin bû. Ji zarokatiyê ve li dijî dijmin bû xwedî hêrseke mezin, di heman demê de bi hişmendiya 'Eger rojekê firsend bikeve destê min ez ê li dijî vî dijminê hov bi rengekî bêdawî şer bikim', mezin bû. Hişmendiya xwe ya welatparêziyê piştre bi îdeolojiya partiyê sitirand û xwe gihand asteke bilind a fermandariyê. Hevrêyê me Fazil Botan ku bi rengekî bê dawî baweriya xwe pê anî ku Rêber Apo wê gelê Kurd ji polîtîkaya qirkirinê rizgar bike, di her serdemê de xwe li gorî vê yekê ji nû ve afirand û li her qada ku wezîfe lê kir, teqez bi serketinê vegeriya, bi ruhê fedaî xwe tevlî artêşa gerîla kir. Bi nav, çalakî, sekna xwe ya pratîkî, helwesta xwe ya exlaqî û polîtîk bû şoreşgerekî mînak, Apoyiyekî mînak, PKK'iyekî mînak û li nava hevrêyên xwe bû mînakek ji îrade û wêrekiya mezin.

LI GABARÊ DERBÊN GIRAN LI DIJMIN XIST

Hevrêyê me Fazil Botan li quntara çiyayê Cûdî yê Botanê, li nava eşîra Gête di sala 1968'an ji dayik bû, bû xwedî sekneke welê ku xwe bi Botanê re kir yek. Fermandarê bi heybet hevrê Fazil bi têkiliyên xwe yên civakî yên dewlemend, bêdawî, sade, pak, bi hişmendiya xwe ya welatparêziyê ya kûr, rêbaza partiyê ya mezin pejirand. Di sala 1988'an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Li Cûdî li nava gerîla ku bi hesreta wê bû, 2 salan ma û weke xwediyê şer û têkoşîneke mezin bi berpirsyariyên mezin rabû. Di salên 1990'î de li Gabarê derbên giran li dijmin xist, di avakirina tabûrên bi tevger de ku bû tirsa dilê artêşa Tirk û di nava wê tabûrê de cih girt, fermandarî jî tabûran re kir. Di sala 1993'an de ji bo pratîka xwe ya leşkerî bi perwerdeya îdeolojîk û teorîk temam bike, derbasî qada Rêbertî bû. Di vê pêvajoya perwerdeyê de di kesayetiya xwe de guhertinên mezin kir, rastiya Rêbertî hîn baştir nas kir. Hevrê Fazil ku ji Rêbertî bi xwe perwerde dît, xwe hîn bêhtir tevlî partîbûn û milîtanbûnê kir. Pîvanên durust, pak û ji dil ên Botanê li vê derê bi asta pîdeolojîk xurt kir, bû xwedî jiyaneke mezin û ji nû ve berê xwe da çiyê, bi berpirsyariyeke hîn mezintir rabû û ji bo tola sedsalê hilîne li qada şer vegeriya. Di sala 1994'an de tevî hevrê Şehîd Sakîne Cansiz û Evîn Goyî li Bestayê fermandarî ji Tabûra bi Tevger re kir, derbên giran li dijmin xist. Di sala 1997'an de ji nû ve çû qada Rêbertî. Vê carê tevlî perwerdeya îdeolojîk nebû, bi giranî beşdarî pêvajoya kûrbûnê bû. Piştî qada Rêbertî di sala 1998'an de li qadên Kato Jîrka û Şaxê fermandarî kir, hem di nava gerîla de hem jî li nava gel bû fermandarekî PKK'î yê tê naskirin û hezkirin. Di şer û çalakiyan de bû mînak. Di dema vekişînê de piştî ku demekê li Botanê ma, di salên 2000'î de li Qendîlê û Xakurkê bi erka fermandariyê rabû. Di pêvajoya Pêngava 1'ê Hezîranê de li Botanê fermandarî kir, li vê derê di asta stratejîk de wezîfe bi cih anî. Li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Zapê, hevrê Fazil weke fermandarê eniyê tevlî şer bû. Li eniya Zapê bi taktîk û stratejiya şer di sala 2008'an de di serketina şerê 9 rojan de bi roleke bingehîn rabû ku hingî dagirkreiya dewleta Tirk hate têkbirin. Di avakirina stratejiya parastina rewa de, di pêşvebirina taktîka dema nû de, di amadekirina tunelên şer de pêşengî kir. Di avakirin û parastina Herêmên Parastinê yên Medyayê de rola wî diyarker bû. Hevrêyê me Fazil ku şerekî mezin dikir, lewma zû bi pêş diket, cihê xwe di nava Rêveberiya Biryargeha Navendî û Konseya Fermandariyê ya HPG'ê de girt, piştre jî beşdarî wezîfeya li Fermandariya Qada Qendîlê bû. Di sala 2012'an de li dijî DAÎŞ'ê ku êrîşî şoreşa Rojava kir, cihê xwe li nava eniya şer girt. Di sala 2015'an de di dema pîrozbahiyên Newrozê de ji ber qezayekê bi giranî birîndar bû û ji bo tedawiyê derbasî Ewropayê bû. Di 15'ê Hezîrana 2022'an de tevlî karwanê şehîdan bû.

EM Ê TEQEZ XWEDÎ LI ARMANCÊN WÎ DERKEVIN

Partiya me ku ji 21'ê Adarê roja çalakiya fedaî ya mezin a Hawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan û heta 28'ê Adarê roja şehadeta fermandarê gerîla yê mezin hevrê Mahsûm Korkmaz weke Hefteya Lehengiyê pîroz dike, şehadeta fermandarê mezin û endamê Komîteya Navendî ya partiya me hevrê Fazil Botan radigihîne, di heman demê de soz didin ku em ê teqez xwedî li armancên wî derkevin. Em careke din dibêjin ku sond rûmet e, em ê ti carî rûmetê binpê nekin. Li gorî soza xwe ku me gotibû em ê bibin şûrê tolhildanê yê tûj ê Mazlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz, hevrê Fazil û hemû şehîdên me yên din, em ê vê soza xwe bi cih bînin, em careke din vê sozê didin gelê xwe û gelên cîhanê."