PKK: Em bi ruhê azadî, berxwedan û serketinê têbikoşin!

PKK: Em bang li hemû hêzên partî, gerîla û gelê xwe dikin, ku di Roja Lehengiyê ya Neteweyî de hê bi xurtî xwedî li rastiya şehîdan derkevin û bi ruhê yekîtî, azadî, berxwedan û serketinê yê Newrozê têbikoşin!

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya Hefte û Roja Lehengiyê ya Neteweyî daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em di nava hefte û rojeke nû ya Lehengiya Neteweyî de ne. Di salvegera sih û yekemîn a şehadeta wî de lehengê xwe yê neteweyî fermanar Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wî bi ser bixînin. Em, Hefte û Roja Lehengiya Neteweyî di serî de li Rêber Abdullah Ocalan li hemû hevrê û gelên me pîroz dikin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê got, "Ev yek eşkere ye; di nava sih û yek salên bihurî de me partiyeke leheng, gerîlayên leheng, ciwanên leheng, jinên leheng û gelekî leheng afirandine" û wiha dewam kir:

"Di sala sih û dudiyan de, em ê li ser xeta Rêbertî û şehîdan, hê bi biryar û rêxistinbûyî bimeşin û bi ruhê lehengiyê serketinên mezin bafirînin.

Wekî din, salvegera çil û pêncemîn a kuştina pêşengê mezin ê gelên Tirkiyeyê Mahîr Çayan û hevalên wî ye, ku di 30'ê Adara 1972'an de li Kizildereyê hatin kuştin. Bi vê wesîleyê em şehîdên xwe yên Kizildereyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin, ku di sala çil û şeşemîn a şehadeta wan de em ê meşa Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad bi ser bixînin. Li ser vê bingehê em bang li hemû gelên Tirkiyeyê û kedkaran, bi taybetî jî jin û ciwanan dikin, ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bi rengekî çalak têbikoşin û faşîzmê di nava dîrokê de bihelînin!

'EM LEHENGÊN BOTANÊ BI RÊZDARÎ BIBÎR TÎNIN'

Di heman demê de nehemîn salvegera şehadeta hevrêyên me; endama Komîteya Jinûve Avakirinê ya PKK'ê Nûda Karker, endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Ferhat Dersîm û propagandavanê herî mezin ê partiya me Halîl Dag e, ku di 1'ê Nîsana 2008'an de li Botanê li dijî artêşa Tirk a faşîst di şer de bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn. Endama Komîteya Navendî û Komîteya Jinûve Avakirinê ya Partiya me hevrê Nûda Karker, civakîtiya jinên Botanê û xeta lehengiyê ya partiya me di kesayetiya xwe de gihand hev û bû yek ji milîtanên sembol ên serdema sêyemîn a partîbûnê. Hevrê Ferhat Dersîm, ku ji Dersîmê heta Botanê li gelek herêman gerîlatî kir, nîşan da ku ew yek ji xurtirîn şopdarên xeta fermandar Egîd e. Hevrê Halîl Dag, ku bi şev û roj dixebitî û hewl dida qîrîna azadiyê ya gerîla ji cîhanê re ragihîne, bû yek ji propagandavanên herî bi bandor ên partiya me. Em van Lehengên Botanê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û careke din dibêjin, ku em ê armanca wan bi ser bixînin.

'EM HÊ BI XURTÎ XWEDÎ LI RASTIYA ŞEHÎDAN DERKEVIN'

Eşkere ye, ku di xeta Apoyî û li ser şopa şehîdên leheng de, em veguherîne tevger û gelekî canbexşane. Li ser vê bingehê, zelal e ku di sala sih û duyemîn a Hefteya Lehengiyê de, em ê hê bi xurtî û rêxistinî li dijî faşîzma DAIŞ û AKP-MHP'ê têbikoşin û serketinên nû û mezin bafirînin. Di vê çarçoveyê de ji ji Mazlûm Dogan heta Mahsûm Korkmaz, ji Zîlan heta Nûda û Sarayan hemû şehîdên xwe yên leheng careke din bi rêzdarî bibîr tînin û bang li hemû hêzên partî û gerîla û gelê xwe dikin ku di Roja Lehengiya Neteweyî de hê bi xurtî xwedî li rastiya şehîdan derkevin û bi ruhê yekîtî, azadî, berxwedan û serketinê yê Newrozê têbikoşin!"