PKK'ê Salih Cizîr bi bîr anî

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê diyar kir, ku Salih Cizîr (Hasan Adir) 5'ê Hezîrana 2021'ê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû û got, wê hesab ji dewleta dagirker û nokerên xayin bê pirsîn.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê bi daxuyaniyekê got, "Salih Cizîr (Hasan Adir) ku yek ji domdarê çanda qedîm a Botanê bû, di 5'ê Hezîrana 2021'ê de şehîd bû. Em ji malbata xwe ya Adir a hêja û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê ev daxuyanî da:

"Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi meşa Rêbertî ya bênavber a 50 salan bi pêş ve çûye, îro li Zap, Avaşîn û Metînayê bi berxwedana destanî ya gerîlayên me yên leheng gihîştiye qonaxeke dîrokî. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di her şert û mercê de bersivê didin êrişên dewleta Tirk a faşîst dagirker. Arteşa Tirk a dagirker û xayinên noker ku li hemberî gerîla xitimî ne, çekên kîmyewî jî di nav de bi her awayî êriş dikin. Lê belê nikarin ji xeta berxwedanê derbas bibin, ku şehîdên me yên nemir bi canê xwe ava kirine. Rastiya şehadetê ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê heqîqeteke welê ye ku her canekî me yê bi rengekî bêdawî xwe digihînin xakê, deriyên li siberojên azad zêdetir dikin, daxwaz û armancên dewleta Tirk a qirker dagirker û desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst di ber de dihêlin. Ji ber vê yekê bi rengekî hovane êrişî her alî dikin, bombeyan li her bihosta xaka Kurdistanê dibarînin. Lê belê em pê bawer in ku li ser rêya şehîdên me yên leheng têkoşîna me wê teqez bi ser bikeve.

JI DOMDARÊN ÇANDA QEDÎM A BOTANÊ

Rastiya şehadetê ya PKK'ê nîşaneya artêşeke ji ewladên herî bijarte yên gelê me ye. Mirov rastiya herî ferzane ya dîrokê, sekna herî pak a mirovbûyîna bi exlaq, asta herî tûj a wêrekî û îradeyê di nava rastiya PKK'ê de dibînin. Li dijî şêweyê jiyanê yê modernîteya kapîtalîst ku dirizîne, dejenereke dike, bêesil dihêle, yên ku li nava refên PKK'ê dicivin, dibin hêvî ji bo rizgariya nirxên mirovahiyê. Şehîd pêşengên têkoşîna ji bo parçekirina qirkirinê ye ku li gelê me tê ferzkirin. Em van rojên heyî deyndarê berxwedan û ruhê fedaî yê wan e. Em soza xwe dubare dikin ku her kêliya xwe di bin fermana wan de derbas bikin. Di salvegera şehadeta hevrê Salih Cizîr (Hasan Adir) ku yek ji domdarên çanda qedîm a Botanê bû, bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin, ji malbata xwe ya hêja ya Adir û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

RÊXISTINKAREKÎ XURT

Hevalê Salih Cizîr sala 1962'an li Cizîrê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Dema ku bi pêşengiya PKK'ê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir, vê yekê bandor li hevalê Salih jî kir. Heval Salih ku li ser xiratî perwerdeya pîşeyî wergirt, li navenda Cizîrê kargehek ji xwe re ava kir. Bavê çar zarokan hevalê Salih sala 1986'an têkilî bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re danî. Ji destpêkê ve bi bawerî û biryardariyeke mezin tevlî kar bû, şert û mercên perwerdekirina xwe, afirand. Bi xwendina weşanên partiyê Serxwebûn û Berxwedan re fikrên Rêber Apo hîn bû, rastiya Kurdistanê û dijmin baştir fêhm kir. Birayê wî Şehîd Çekdar dawiya sala 1986'an tevlî nava refên partiyê bû. Piştî ku Şehîd Bêrîvan û Şehîd Baran di bihara 1988'an hatin Cizîrê, hevalê Salih bi rengekî çalak dest bi têkoşînê kir. Li ser îtirafa îtirafkarekî di Hezîrana 1988'an de ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate girtin. Hevalê Salih salekê li zindanê ma, ev pêvajo ji bo xwe kir hinceta tevlîbûneke hîn xurtir. Dema ku hate berdan, karên xwe dewam kir. Dis ala 1990'î de weke rêxistinkarekî xurt tevlî serhildanên gel bû. Di Newrozê de careke din hate destgîrkirin. Êşkenceyeke giran lê hate kirin û sala 1991'ê derbasî Elmanyayê bû.

LI GELEK HERÊMÊN EWROPAYÊ KAR KIR

Li Ewropayê demeke dirêj gelek kar kir û pratîkeke serketî nîşan da. Li her cihê ku diçû bi baweriya xwe ya bi azadiyê û dilsoziya bi welêt re tevlî kar bû. Bi coş û biryardariya xwe bû yekî ku bawerî pê were û jiyanê bi rêxistin bike. Ji ber vê yekê li Elmanyayê jî bû hedefa êrişan. Ji aliyê dewleta Elman ve du caran hate girtin û pênc salan li zindanê ma. Timî dixwest vegere welêt û têkoşîna xwe li welêt dewam bike. Lê belê ev daxwaza wî demeke dirêj pêk nehat. Tevlî piraniya karên civakî yên li Ewropayê bû û pêşengî ji wê yekê re kir ku nirxên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bigihêje gelan. Herî dawî di nava karên KOMAW'ê de (Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan) têkildarî ewladên bijarte yên gelê me ku li nava têkoşîna azadiyê şehîd bûn dane kom kir û ji bo xwedî li bîranîna şehîdan derkeve bi fedakarî hewl da. Ji bo malbatan li dora nirxan kom bike û têkiliyê bi malbatên şehîdan de çêbike hevalê Salih gelekî hewl da. Li ser vê bingehê pêşengî ji birêxistinkirina karên li gelek deverên Ewropayê re kir. Sala 2015'an berê xwe da Kurdistanê ku wê jê re bibûya warê bêhnvedana bêdawî û xwe gihand welatê xwe.

FEDAKARIYA MEZIN A JI BO GELÊ XWE

Sala 2016'an tevlî dewreya perwerdeyê ya Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK'ê bû, ev pêvajo weke qonaxa herî bi bandor a pêşketina xwe pênase kir. Ji xwe re kir esas ku têgihiştina paradîgmaya Rêbertî, helwesta xurt a li ser xeta azadiya jinê, pejirandina rast a felsefeya Rêber Apo bi pratîka xwe nîşan bide. Ji xwe re kir kelecaneke mezin ku her kêliya jiyana gerîla tehm bike. Hevalê Salih ku jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê ya gelê xwe kir, li Mexmûrê ku şêniyên wê xelkê Botanê yê ji ber zilma dewleta Tirk koçber bûne, ji bo xizmetê ji xelkê wê re bike têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêyê me Salih Cizîr bi jiyana xwe bû mînaka baweriya bilind û biryardariya tevlîbûna bêhesab a li xeta Rêber Apo. Di 5'ê Hezîrana 2021'ê de li Mexmûrê dema ku bi fedakariyeke mezin xizmet ji gelê xwe re dikir, di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Em careke din di şexsê hevalê Salih de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin û sozê didin ku teqez hesabê ji dewleta Tirk a dagirker û nokerên xayin bipirsin."

Agahiyên li ser nasnameya Şehîd Hasan Adir wiha ne:

Nasnav: Salih Cziîr
Nav paşnav: Hasan Adir
Cih û dema jidayikbûnê: Cizîr, 01.01.1962
Dayik: Vecîhe
Bav: Saîd
Cih û dema tevlîbûnê: Elmanya, 1991
Cih û dema şehadetê: Mexmûr; 5'ê Hezîrana 2021"