'PKK'ê bi gava xwe ya pêşengiyê, pirsgirêka dîrokî ya Kurdan çareser kir'

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Ferîde Alkan bi wesîleya salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê axivî û got, "PKK bi gava xwe ya mezin a pêşengî û rêbertiyê, ev pirsgirêka dîrokî ya Kurdan ji holê rakiriye."

Endama Fermandariya YJA Starê Ferîde Alkan PKK li ser çar hîman nirxand û destnîşan kir ku bersiva herî mezin a li sala 45'an a PKK'ê wê bilindkirina têkoşînê ya li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.

Ferîde Alkan di destpêka axaftina xwe de salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li gelê Kurd ê berxwedêr, jin ên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê ji bo azadiyê rabûn ser piyan, li ciwanên şoreşger, kedkaran û raya giştî ya demokratîk pîroz kir.

BERXWEDANA LI DIJÎ QIRKIRINA KURDAN

Ferîde Alkan diyar kir ku PKK beriya her tiştî partiyeke Kurdistanî ye ku li dijî qirkirinê ya ku du sed sal in li Kurdistanê li ser gelê Kurd tê ferzkirin, li hemberî felaketên ku hatine serê Kurdan, weke proje, îradeya çareseriyê afiriye û destnîşan kir ku bi vê armancê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hatiye destpêkirin.

Ferîde Alkan anî ziman ku tevgear Kurd di nava du sed salên dawî de bi pirsgirêk û parçebûyî jî be dewam kiriye û got, "PKK'ê ji van pêvajoyan hemûyan ders derxist û li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê yên mêtingeriyê, bi rengê tevgera azadiyê destpê kiriye. Yanî tevgera Kurd ji komara Tirkiyeyê ya faşîst qirker gelekî kevntir e. Sala 2023'an dibe ku sedsala dewleta Tirk a qirker faşîst be. Lê belê dibe du sed salên tevgera Kurd, yanî sala 223'an. Di vir de destketiya herî mezin a ku PKK'ê daye gelê Kurd, çareserkirina pirsgirêka rêbertî ye. Di nava du sed salên dawî de, her wiha di herikîna tevahiya dÎrokê de pirsgirêka esasî ya gelê Kurd pirsgirêka rêbertî bû."

Ferîde Alkan destnîşan kir ku PKK'ê bi gava xwe ya rêbertî û pêşengiyê ya mezin, ev pirsgirêka dîrokî ya Kurdan ji holê rakir û wiha dewam kir: "Ji mîr, beg, şêx, rewşenbîrên arîstokrat, rewşenbîrên lîeberal û rewşebîrên bûrjûva biçûk cudatir, PKK weke rêbertiya gel a rasteqîn destpê kir. Di şexsê xwe de gelek ji nû ve afirand. Yekemcar di şexsê Rêberê me de Elewî, Sûnî, Êzidî li çar parçeyên Kurdistanê karker, gundî, xwendekar, dikandar, bûrjûvaziya biçûk, jin, mêr bi temamî gelê Kurd bû yek, li ser bingeha armanceke hevpar li hev kom bûn û li ser vê bingehê dest bi têkoşînê kir. Lewma çareserkirina pirsgirêka Rêbertî ya di şexsê PKK'ê de pêk hat, ji bo gelê Kurd destketiya herî dîrokî ye."

'PKK'Ê RASTIYA GEL Ê ŞERKER AFIRAND'

Ferîde Alkan ragihand ku weke gava duyemîn, PKK'ê rastiya gel ê şerker afirand û got, "Belê Kurdan di herikîna dîrokê de timî serî li ber zilmê rakirin. Her kes ên ku dîroka Kurdan lêkolîn dike bi vê zane. Lê belê armanceke xwe ya diyarkirî hebe jî ji ber bêstratejî bûn, bê plan û rêxistinî bûn, her cara ku serî hildan, têk çûn."

Fermandar Ferîde Alkan diyar kir ku PKK'ê dest li vê rewşê werda û wiha dewam kir, "Rastiya gelekî şerker afirand ku zane çawa bijî, bi azadiyê ve dilsoz e, li ser vê bingehê jî xwedî plan, bername û taktîka têkoşînê ye. Lewma rastiya gelekî welê afirand ku zane bûye, rêxistinî ye, ber her berdêlî têkoşîn daye ber çavên xwe. Ev yek destketiyeke gelekî mezin a PKK'ê ye ku ji bo Kurdistanê afirandiye. Civaka Kurdistanê di nava 50 salên dawî de weke civaka PKK'ê bi pêş ketiye."

Ferîde Alkan got, "Li gel vê yekê, PKK'ê rêxistiniya gerîla, artêşa gerîla ava kiriye ku gelê Kurd ji her cûre êrîşan diparêze û got, "Hêza herî rêxistinbûyî ya fedaî ya PKK'ê gerîla 38 sal in gelê Kurd, gelên Kurdistanê ji her cûre zext û zordariyê diparêze. Di nava 38 salên dawî de bi sedan carî nîşan da ku dikare artêşae Tirk a faşîst a ku duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ye têk bibe."

'PKK'Ê TEVGERA AZADIYÊ YA JINÊ DA DESTPÊKIRIN'

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan destnîşan kir ku weke hîmê sêyemîn jî PKK'ê li dijî dîroka bi serweriya mêr, li dijî mêr dewletê, li dijî siyaseta mêr, li hemberî her cûre paşverûtiyê, Tevgera Azadiyê ya Jinê da destpêkirin û got, "Rêxistiniya xweser a jinê, artêşbûna jinê, partîbûna jinê, sîstema konfedere ya jinê, zanistiya jinê jineolojî bi xwe re anî, xeta azadiya jinê bi pêş xist, xurt kir û kir xwedî rêbertiya xwe. Bi vî rengî raxist pêş çavan ku ne tenê partiyeke şoreşê ya siyasî ye, bi esasî partiyeke tevgera şoreşa civakî ye. Ev yek jî li Kurdistanê bûye hêzeke mezin."

'NÎŞAN DA KU PARTIYA ÇARESERIYÊ YA GELAN E'

Ferîde Alkan anî ziman ku nuqteyeke din jî ew e ku PKK'ê bi perspektîfa xwe ya neteweya demokratîk nîşan da ku li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê ne tenê ji bo gelê Kurd ew ji bo hemû gelan partiya çareseriyê ye û got, "Ev yek di şoreşa Rojava de bi şênberî eşkere bû. Li Rojhilata Navîn a ji gelek çand, ziman, etnîk û baweriyan, di nava du sed salên dawî de eşkere bû ku dîroka desthilatdarîperestî, çareseriyên  yekperestî ên xwe dispêrin netewe dewletan, dibin sedema pirsgirêk û krîzan. PKK'ê bi perspektîfa xwe ya neteweya demokratîk modela neteweya demokratîk a jiyana bi hev re ya gel, bawerî û zayendan, li ser bingeha hevjiyana azad afirand. Ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd û civaka Kurdistanê di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê pêşketineke mezin e."

Fermandar Ferîde Alkan herî dawî got, "Bi navê milîtanên PKK û PAJK'ê, şervanên HPG û YJA Starê em bi vê baweriyê, bi vê têgihiştin û biryardariyê li dijî mêr dewletê, mêtingeriyê, faşîzmê û her cûre paşverûtiya ji ber vê yekê şer dikin û xwedî îrade ne ku vê têkoşînê bi ser bixînin.Em careke din salvegera 44'an a vê damezrandina mezin li Rêberê xwe, gelê xwe yê welatparêz, jinan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, li ciwan, kedkaran pîroz dikin û dibêjin em ê teqez bi ser bikevin."