PKK: Dagirkirina Hewlêrê encex dikare plana TC'ê be

Komîteya Dîplomasiyê ya PKK'ê got daxuyaniya, ''PKK dixwaze Hewlêrê bi dest bixe'' ya Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu ''derbirîna neçarmanê ye''. Rojeveke mîna bidestxistina Hewlêrê encex dikare plana navenda şer a TC'ê be.''

Komîteya Dîplomasiyê ya PKK'ê bi daxuyaniyeke niviskî li ser propagandaya PDK'ê ku gotî têkoşîn û berxwedana çekdarî ya li dijî mêtingeriyê 'zirarê dide gelê Kurd', berevajîkirin e.

PKK'ê bersiv da daxuyaniya  Wezareta Karê Derve ya Tirk, ku gotî, ''PKK dixwaze Hewlêrê bi dest bixe'' û got, ''Hewlêr paytexta Başûrê Kurdistanê ye. Silêmanî jî bajarê herî mezin ê duyan e (...) Rojeveke mîna bidestxistin Hewlêrê encex dikare plana navenda şerê taybet  a TC'ê be. Armanca me PKK'ê ew e ku em dagirkeriya TC'ê ya li Kurdistanê ji ra hilqetînin, bavêjin û Kurdistanê azad bikin.''

'HEQÊ PKK'Ê HEYE KU LI HEMÛ KURDISTANÊ VE Û TÊBIKOŞE'

Daxuyaniya Komîteya Dîplomasiyê ya PKK'ê wiha ye:

''Êrîşa dagirker a TC'ê ku ji 16'ê Hezîrê ve li ser qada Heftanînê ya li nav Başûrê Kurdistanê, li Qadên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin didome. Ji hêla raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê ve tê zanîn ku di pêvajoya dagirkirinê de PDK bi rengekî veşartî-dizî destek daye vê dagirkeriyê. PDK'ê bi hinceta hebûna PKK'ê û gerîlayên azadiyê êrîşên dagirkirin û îmhakirinê yên dewleta Tirk ên li ser Heftanîn, Şengal û Mexmûrê dixwaze pêş bixîne, meşrû kir û mafdar nîşan da. Sedema van hemû daxuyaniyan ew e ku vê desteka aşkere-veşarî binixumînin.

Heqê PKK'ê û gerîlayên azadiya Kurdistanê heye ku li hemû Kurdistanê be û têbikoşe. PKK ne hêzeke dagirker ku Kurdistanê dagirker dike meşrû dibîne, ne jî nas dike, têkoşîna dijî mêtingeriyê û berxwedana li dijî wê weke stratejiyeke sereke diyar kiriye.  Çawa ku heqê hemû rêxistinên din ên Kurdan hebin ku li çar parçeyên Kurdistanê rêxistiniya xwe bikin, têbikoşin, ev herî pir ji bo PKK'ê derbasdar e.  Her wiha PKK, di têkoşîna azadkirina Kurdistanê de berxwedanê weke rêbazeke pir girîng dibîne. Li gel aliyên berxwedanê yên polîtîk, civakî, dîplomatîk, berxwedana leşkerî-gerîla jî yek ji rêbaza vê têkoşînê ye. Berxwedan û têkoşîna gerîla di azadkirina Kurdistanê de weke mîsogeriya sereke dibîne.

'DIVÊ BEREVAJÎKIRIN Û REŞKIRIN WERE REDKIRIN'

Li gel ku ev çend berbiçav e jî, şaşdîtina berxwedana çekdarî û têkoşîna dijî mêtingeriyê ya PDK'ê û propagandaya ku ev ziyanê dide destkeftiyên Kurd berevajîkirin e. PKK û gerîla ji bo destkeftiyên hemû Kurdistanê mîsogerî ye. Ji bo ku hevkariya xwe ya di nav peymana qelskirin û bêkêrkirina PKK'ê de veşêrin wiha dikin.  PDK'ê bi salan li dijî mêtingeriyê têkoşîna pêşmerge da.  Heke PDK îro berxwedan û têkoşîna pêşmergeyan şaş dibîne, divê vê aşkere bike. Lê na, heke têkoşîna bi salan a pêşmerge rast dibîne, îro jî divê berevajîkirina berxwedana gerîlayên azadiyê û siyaseta reşkirinê jî red bike.

Dema ku DAÎŞ'ê êrîş bi ser destkeftiyên Başûr de anî, dema ku êrîş bi ser Şengal û Mexmûrê de anî, ên ku bang li gerîla kirin da ku têbikoşin, îro nikrain bibêjin berxwedan û têkoşîna dijî TC'ê şaş e. Têkoşîna polîtîk û diyardeya rêveberiyê berpirsyariya ku mirov cidî be, nirxandinên xwe hev pûç nekin û domdar be, ferz dike.  Li gorî demê û têkiliyên ku ketine navê, dema ku mirov gotina xwe ya duh îro red bike, wê bike ku kesên vê dikin rapirsîn.

'DAGIRKIRINA HEWLÊRÊ ENCEX DIKARE PLANA TC'Ê BE'

Daxuyaniya, ''PKK dixwaze Hewlêrê bi dest bixe'' ya Wezîrê Karê Derve ya TC'ya faşîst Mevlût Çavûşoglu jî, li bara berxwedana gerîla bêçaremana wan vedibêje. Partiyeke Kurdistanî PKK li hemû qadên Kurdistanê hebûna xwe didomîne. Hewlêr paytexta Başûrê Kurdistanê ye. Silêmanî bajarê mezin ê duyan e. Hem ev bajar û hem jî gelê me yê Başûrê Kurdistanê, hurmeteke mezin didine têkoşîna PKK'ê û gerîlayên lehenge û sempatiya wan li gel wan heye. PKK'ê soz daye ku gelê Kurdistanê li hemû qadan bi hemû hêza xwe biparêze û bi vê berpirsyariyê tevdigere. Ji ber vê jî, bidestxistina Hewlêrê encex dikare plana navenda şerê taybet a TC'ê be. Hedefa me ya PKK'ê ew e ku em dagirkeriya TC'ê ya li Kurdistanê ji ra hilqetînin û azad bikin . Ev lîstika dijminê Kurdan TC'ê ji niha ve hatiye pûçkirin û di serî de li Hewlêr û Silêmanî, li hemû Başûrê Kurdistanê hatiye mehkûmkirin.

Bi vê bingehê em bang li hemû partiyên siyasî yên Kurd û gelê xwe dikin, li dijî dewleta faşîst a TC'ê û li dijî wan yên ku bi dijminên Kurdan re hevkariya aşkere an jî veşartî dikin, bibin xwedî helwest.''