PKK: Ala berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê li ba ye

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera 38’an a berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û got: “Ala serketin û berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê îro bi pêşengtiya hêzên gerîla yên leheng ên me di destê gelê me û dostê me yên berxwedêr de li ba dibe.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyek da di şexsê Mehmet Hayrî Durmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên avakarên rûmet û serketinên hemû şehîd bi rêzdarî û minet bibîr anî û got: “Em dikevin sala 39’an a sala serketinê. 38’emîn salvegera Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê a çalakiya herî dîrokî û mezin a dîroka Kurdistanê silav dikin. Di serî de Roja Rûmetê ya Netewî ya 14’ê Tîrmehê li Rêber Apo, hemû hevrêyên xwe yên partiyê, gel û dostên xwe pîroz dikin.”

PKK’ê diyar kir ku wê di sala 39’an a berxwedanê de wê bi ruhê 14’ê Tîrmehê hê bihêztir şer bikin û hê zêdetir destketiyan bi dest bixe.

Komîteya PKK’ê bal kişand ser van xisûsan:

“Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê dewama Berxwedana Newrozê ya Mezlûm Dogan a li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê ya li Zindana Amedê, Berxwedana Çaran a bi pêşengtiya Ferhat Kurtay de pêk hat, rejîma 12’ê Îlonê têk bir û serketinekî îdolojîk a dîrokî ku bê navber dom bike, bi serxist. Li dijî siyaset û zîhniyeta qirker a dewleta Tirk ku ji aliyê darbeya faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î ve dihate temsîlkirin, PKK'ê hêza serketinê ya xeta hebûn, azadî û demokrasiyê ya Kurdan nîşan da.

Xeta fedayî ya Şoreşa Azadiya Kurdistanê ku weke çalakiya berxwedanê ya di bin şertên herî giran û zehmet ên dîrok de pêş ket, zorî û astengî hatin derbaskirin, bi şêweyekî serketinê esas digirt, usul û tempo ava kir. A yek ji berxwedana zindanan a dîrokî ya mirovahiyê ya herî bi wate ye, tarîtiya 12’ê Îlonê ronî kir û biryardariya jiyana azad a hembûnê ya gelê Kurd derxist holê. Rûmeta netewî, vîn, cesaret û fedekarî bi Kurdan da qezençkirin.

38 sal in bi pêşengtiya Rêber Apo têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd a ji aliyê PKK’ê ve tê birêvebirin, di xeta fedayî ya Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de derbas dibe. Tevgera Azadiyê ya me û gelê me yê welatparêz bi ruhê berxwedan û serketinê ya 14’ê Tîrmehê şer dike û bi ser dikeve. Têkoşîna 38 salî ya bi navê hebûn û azadiyê ya li Kurdistanê tê kirin, bidestxistina her serketinekê îmzeya Berxwedana 14’ê Tîrmehê heye.

Ev ruh û xeta ku ji aliyê ciwan û jinên Kurdistanê ve nemir bûye, weke gava yekem a Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an hate avêtin, serhildanên gel ên sala 1990’an derxist, Şoreşa Azadiya Jinê a weke gava azadî û şoreşgerî ya dîrokê tê dîtin, destpê kir û li ser bingehê avakirina ji nû ve ya jiyana civakî pêş dixe.

Li dijî sîstema êşkence û tecrîda Îmralî ya 22 sal e êrîşa komploya navneteweyî û nûnerên wê bi ruh û xeta 14’ê Tîrmehê li ber xwe dide. Ev ruh û xet di 38 salên dawî de bê ka çawa nayê têkbirin û rastiyeke ya bidestxistinê ye bi bûyerên jiyayî bi vekirî nîşan dide.

LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê BI BERXWEDAN Û RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ TÊKOŞÎN DIKIN Û BI SER DIKEVIN

Niha Tevgera Azadiyê, gelê Kurd û dostên xwe di sala 38’an a salevgerê de li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bi berxwedan û ruhê 14’ê Tîrmehê têkoşîn dikin û bi ser dikevin. Îro di îtifaqa AKP-MHP- Ergenekonê de dijminahiya Kurd a piştrast bûye, dewama darbeya 12’ê Îlonê ya leşkerî-faşîst e. Darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’ê bi êrîşên qirker, faşîst û mêtinger a destpê kirî, îro bi destê dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî gihandiye lûtkeyê. Dîktagoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî li dijî gelê Kurd û mirovahiyê ti heqaret, zilm, zext û teror nemaye nekirî.

Îro heman rejîm li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîd û zextekî herî giran a dîrokê pêk tîne. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê her roj qetlîam û girtinê dike, çawa ku êrîşî Kurdê zindî dike, êrîşî miriyan jî dike, goristanên ku cihên pîrozin texrîb dike û êrîşên xwe yên faşîst belavî Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê dike; ji Efrînê bigire heta Xakûrk, dîsa xaka Rojava û Başûr dagir bike, dixwaze dewleteke ya çeteyan ava bike. Li ser vî bingehî gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê tehdîd dike, bûye hêzekî bela ku her kes divê vê derbas bike û xwe jê rizgar bike. Pir vekiriye ku faşîzma AKP-MHP’ê ya dijminê Kurd, jin û gel wê hilweşe û wê her kes jê rizgar bibe.

Di salvegera 38’an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de gelê Kurd û Tevgera Azadiyê li dijî siyaset û hişmendiyeke wiha dijminê mirovahiyê têkoşînê dike.Têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê li çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat bi her cûre rêbazê tê birêvebirin, weke berxwedaneke gel a topyekûn dewam dike. Bê dîqetkirin ku li Îmralî Rêber Apo,, li zindanan hemû girtiyên şoreşger li ber xwe didin, li kolanan û qadan ciwan û jin, hemû gel li ber xwe didin; siyaseta demokratîk hemû hêza xwe daye berxwedana antîfaşîst, her kêlî û her cih kiriye qada berxwedanê. bê şik û guman hêzên me yên gerîla yên qehreman li ser bingehê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî li dijî siaset û hişmendiya faşîst-qirker a dijminê gelê Kurd her rojê derbên bi qehr û mirinê li wan dixin. Ala serketin û berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê îro bi pêşengtiya hêzên gerîla yên leheng ên me di destê gelê me û dostê me yên berxwedêr de li ba dibe.

DÎKTATORIYA FAŞÎST A ERDOGAN-BAHÇELÎ WÊ TEQEZ BÊ HILWEŞANDIN Û BÊ AVÊTINA SERGOYA DÎROKÊ

Em dikevin sala 39’an a Berxwedana 14’ê Tîrmehê. Em ê di vê salê de hê mezintir û bi lehengtir li ber xwe bidin. Gerîla wê li ber xwe bide, gel wê li ber xwe bide, zindan wê li ber xwe bidin. Berxwedana azadiyê ya dîrokî wê li çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat bidome. Wê Efrîn li ber xwe bide, Heftanîn wê li ber xwe bide, Xakûrkê wê li ber xwe bide, Serhet wê li ber xwe bide; gerîlayên me wê li çiya, gelî û bajaran bi lehengî wê berxwedaneke welê bike ku faşîzma AKP-MHP’ê bibe hilweşînê. Berxwedana hêzên azadiyê ya ji Efrîn heta Serêkaniyê û Rojava, berxwedana gerîlayên HPG û YJA Star a ji Heftanîn heta Xakûrkê, berxwedana şervanên YPS’ê û milîsên HBDH’ê ya ji Colemêrg heta Stenbolê wêê hemû dagirkeriya faşîma AKP-MHP’ê ya li Kurdistanê û planên avakirina rêveberiya çete a faşîst vala derbixe û tarûmar bike; wê dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî bi teqez hilweşîne û wê bavêje sergoya dîrokê.

Li ser vî bingehî di serî de berxwedêrên leheng ên ji Heftanîn bigire heta çar parçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê li ber xwe didin, silav dikin, serketinên wan pîroz dikin; şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û heskirin bibîr tînin.Heta ku siyaset û hişmeniya qirker-faşîst hilweşînin serketinê ji wan re dixwazin. Em tevlî seferberiya ciwanên Başûrê Kurdistanê  ya ji bo Heftanînê ya yek ji cihê herî şîrîn û stratjîk ê Kurdistanê ye biparêzin dayî destpêkirin dibin, destek dikin; bang li hemû ciwanên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîn azadiya ya bi pêşengtiya gerîlayên me pêş dikeve bibin; dîsa jin û ciwanan, gelê xwe yê welatparê û hemû dostên xwe yên şoreşger-demokratîk dikin ku tevgera şoreşgerî ya yekbûyî pêş bixin, di sala 39’an a berxwedanê de bi ruhê berxwedan û serketinê yê 14’ê Tîrmehê têkoşîn dike û bang li her kesê dike ku ji vê belaya AKP-MHP’ê rizgar bibe.”