Komîteya Dîplomasiyê ya PJAK'ê: Hewldanên reşkirinê bi ser nakevin

Komîteya Dîplomasiyê ya PJAK'ê ragihand ku li dijî wan hewldaneke reşkirinê heye û îdîayên Serbest Lezgîn ên ku wan sûcdar dike, red kir.

Komîteya Dîplomasî ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser îdîayên Alîkarê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn peyamek da û îdîa red kir.

PJAK’ê diyar kir ku hewldanên reşkirina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) a di demeke wiha hestyar de ku li Îranê şoreşek heye, wê têk biçin û got: “Em daxuyaniya dijminane û ne rast a Alîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn red dikin ku PJAK'ê sûcdar dike li navçeyên sînor hevkariya rejîma Îranê dike. Ev daxuyanî nerast e; em vê yekê weke hewldana reşkirina PJAK'ê dibînin. Ev hewldan tim têk çûne."

PJAK’ê anî ziman ku di demeke wiha hestiyar de ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ber bi pêş ve diçe, hewlaneke ku şoreşa gelê Kurd a li Îranê ji rojevê derbixin û bi zanabûn dixwazin tine bikin û got: “PJAK weke tevgera azadîxwaz a gelê Kurd bi her awayî hêz û hewldana rêya fedayî ya ji bo gihiştina azadiya gel hilbijartiye. Her kes dizane ku rêbaza berxwedana PJAK’ê çiye. Heta gihiştina azadiya gelê Kurd wê têkoşîna me berdewam be."

Komîteya Dîplomasiyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Pêşmerge mehkûm kir û ji bo şoreşa gelê Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê weke helwesteke berovajîkirinê pênase kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her weke berê wê ev helwesta xiyanetkarane tine bibe. Bêdudilî em ê li hemberî hemû cûrê peywendî û têkiliya qirêj û nehêja ya aliyan, dewletan û her desthilatek niyeta wan ya dijberî û ziyan gihandina gelê me hebe, radiwestîn û têkoşînê dikin. Rêbaza me eşkere ye û heta gihiştina azadiya gel wê xebata me dewam bike. Bi têkoşîna bênavber, em ê hemû planên xayînan, welatfiroşan û dijminan têk bibin. Em her tim girêdayî prensîbên demokrasiyê û azadiyê ne."