PJAK: Guhertinên mezin wê bi têkoşîna mezin a gelan pêk were

PJAK'ê êrişên li herêma Kosalanê weke hewldanek ji bo qirkirinê pênase kir û bang li gel û pêkhateyên civakê kir ku li ber êrîşan rabin. PJAK'ê got, "Guhertinên mezin wê bi têkoşînên mezin ên gelan pêk werin."

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser êrîşên hêzên desthilatdariya Îranê yên li Kosalan û gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

PJAK êrîş şermezar kir û got: “Kosalan warê gelê Kurd ê mezlûm ê têkoşîn û rizgariyê ye.”

PJAK’ê bal kişand ser êrîşên hêzên Îranê yên li Kosalan û herêma Merîwanê û got: “Oparasyonên leşkerî yên li ser herêmê û êrîşên dorfireh, dixwazin ji nû ve herêmê dagir bikin û bi armanca tinekirinê ne. Israra şer a rejîma Îranê û bi şer çareserkirin, li herêmê rê li ber hejarî û bêkariyek mezin vedike û krîzên heyî kûrtir dike.”

PJAK’ê di dewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku êrîşên li Kosalan û Merîwanê rû didin, ji bo çareseriya pirsa Kurd a li Îran û Rojhilata Navîn ne çareserî ye, berovajî wê tenê şer û tinekirine. PJAK’ê bibîr xist, di demekê de ku gel bi hejarî, bêkarî, newekhevî re rû bi rû maye, serî lêdana sîstema desthilatdar a car bi çandî û car jî bi fîzîkî ya qirkirinê, tê wateya ku serî li rêyên berê dane."

Di daxuyaniyê de işaret bi birîna daran, talankirina daristanan, avakirina qadên leşkerî li zozanan hate kirin û hate destnîşankirin, ku ev kiryarên li bejahiya Merîwanê diqewimin ji bilî qirkirinê nayê ti wateyê.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Îranê hatin şermezarkirin û hate gotin, "Hebûna gerîla ne ji bo şer, ji bo maf û parastina gel a rewa ye. Armanca me pêkanîna edalet, demokrasî û têkoşîna di vê oxirê de ye. Pir eşkere ye êrîşên qirkirinê yên sed sala bihurî yên li Îran û Rojhilata Navîn nekarî gelê me tine bike. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêka Kurd û gelên din ên Îranê tenê bi çareseriya rêyên mirovî, exlaqî û fikrî yên serdemê pêkan e. Têkoşîna rizgarkirina gel, jîngeh û tevahî hebûna gelê Kurd karekî dîrokî ye, ku roj bi roj Îranê nêzî azadiyê dike. Li ser vê yekê em bang li gel û neteweyan, girseyên civakê, jin, ciwan, aktîvîstên hawirdorê, kedkar, rêxistinên sivîl û çîn û esnafan dikin ku li dijî van êrîşên wêrankerên gelan û hawirdorê helwesteke zelal nîşan bidin. Guhertinên mezin wê bi têkoşînên mezin ên gelan pêk werin."