PJAK: Grevên birçîbûnê dîrok nivîsand

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) destek da daxwaz û çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir, "Zanibin ku we dîrok nivîsandine. Bi berxwedana xwe hûn ê peyameke dîrokî bidin dîktatoran."

PJAK'ê li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gotina 'Berxwedan jiyan e' ji bo çalakgerên greva birçîbûnê watedar e. Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê û ya têkoşerên azadiyê watedar e."

PJAK'ê diyar kir, gelê Kurd bi 'pêşengiya jinên azad' îradeya we nîşanî tevahiya dinyayê daye û wiha dewam kir: "Bi saya çalakiyên greva birçîbûnê, tirsa di dilê dagirker û paşverûyan de zêde bû. Têkoşîna azadiyê wê di her serdemê de bi her awayî ji aliyê gel ve bê pêşwazîkirin û xurtkirin. Têkoşîna gelê me sînor derbas kir."

Di daxuyaniya PJAK'ê de ev peyam ji çalakgerên greva birçîbûnê re hate dayin: "Leyla Guven û têkoşerên azadiyê hemûyan dîrok nivîsandin. Bi têkoşîna we re wê tecrîd rabe û bi berxwedana xwe re hûn ê peyameke dîrokî bidin dîktatoran. Gelên azadîxwaz ên li Rojhilat hêza xwe ji têkoşîna we digirin. Em ji dil piştgiriyê didin têkoşîna we. Bi girtinê re nikarin roja me tarî bikin. Hûn ji bo tevahiya mirovahiyê mînakeke zindî û baş in. Têkoşîna me tenê rêyek daniye ber xwe. Ew jî serketin e."