PJAK'ê sê şehîd bi bîr anî

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Endama Meclîsa PJAK’ê Bêrîvan Hejar, Şiyar Awan û Hêja Med ên di sala 2016’an di êrişên hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn bi bîr anî.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji ber salvegera şahadeta Gulnaz Elîpor (Bêrîvan Hejar) Emra Turek (Şiyar Wan) û Ferzad Kerîmî (Hêja Med) ku di sala 2016’an li Herêmên Parastina Medyayê di êrişek hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de li ser kesayeta Şehîd Bêrîvan Hejar wiha tê gotin; "Heval Bêrîvan weke dayikek şoreşger li dijî zilm û zoriya zîhniyeta desthilatdar a mêr rabû. Ji bo gihîştina azadî û ji sîstema mêrsalarî ya Îranê tolê bistîne tevlî nava referên gerîla bû. Bi tevlîbûna wê ya di nava şoreşa azadîxwaz asoya jiyana wê bi pêş ket û weke hevalek pêşeng li hemû qadên têkoşînê erk û berpirsyartî li ser milê xwe girt û timî ji bo gel û hevalên xwe çavkaniya hêz, enerjî, hevaltî û fêrbûnê bû."

Di daxuyaniyê de li ser kesayetiya Şehîd Şiyar Wan jî wiha tê gotin; "Şehîd Şiyar Wan ku xelkê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bû, ji ber hezkirin û evîndariya gelê Rojhilatê Kurdistanê sînorên bi dest hatin çêkirin, derbas kir û bi hestek bilind ê neteweyî û fedekarî tevlî xizmeta doza rewa ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bû. Demeke dirêj li hundirê Rojhilatê Kurdistanê û hem jî li Herêmên Parastina Medyayê bi ruh û hestê ciwanî, bi hizir û ramanên Rêber kar kir, têkoşiya. Gel bi rêxistin kir."

Têkildarî Şehîd Hêja Med jî wiha hate gotin, "Şehîd Hêja Med hevalek ciwan û lêgerîna heqîqet û azadiyê bû. Li Başûrê Kurdistanê ji dayik bibû. Di temenê zarokatî de ji neçarî koçberî Rojhilatê Kurdistanê dibe. Li bajarê Merîwanê mezin dibe. Heval Hejar di temenê zarokatiyê ve li dijî çanda bindestî û nokerî radiweste û bi ruhê tolstandinê tevlî nava karê şoreşgerî dibe. Timî dixwest ji dagirkerên Kurdistanê tolê bistîne.

Di kesayeta Şehîd Bêrîvan, Heval Heêja û Şiyar de, careke din hemû şehîdên rêya azadiyê bi bîr tînin. Em ê hêviyên wan bi têkoşîna li dijî faşîst û dagirkeriyê bi cih bînin."