PJAK: Dezgeha antîterorê ya PDK'ê bûye beşek ji MÎT'ê, guh nedin derewên wê

PJAK'ê ragihand ku dezgeha antîterorê ya PDK'ê bûye beşek ji MÎT a Tirk, nokeriyê ji wan re dike û bang li gel kir ku guh nede daxuyanî û agahiyên vê saziyê yên têkildarî tevgera azadiyê diweşîne.

Komîteya Pêwendiyan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser kiryarên dijberiyê yên dezgeha antîterorê ya PDK'ê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "2 roj berê dezgeha antîterorê ya PDK'ê nûçeyeke belav kir ku qaşo di êrişeke hewayî li gundê 'Zengîder' ê Germik a Pêncwînê de sê gerîlayên me şehîd bûne. Em di gel derewderxistina wê yekê dixwazin balê bikişînin ser karên wê dezgeha navxirab!"

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 11'ê Tebaxê dema balafirên dewleta Tirk bombe li wesayitek li ser rêya Pêncwîn-Nalparêz barand, di halekê de ku yên di wesayitê de karmendên Erebziman ên kompaniyaya Asiacell û ji Mûsilê û rûniştvanê Dihokê bûn, heman dezgehê ragihand ku ew gerîla û fermandeyeke wan bûne. Piştre bi daxuyaniya fermî ya Asiacell diyar bû ku ew xeber derewek bûye û ji dezgeha antî-gel a PDK’ê re kêfxweşiya Tirkiyeyê sertir ji canê mirovan e!"

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dezgeha navxirab a antîterorê ya PDK’ê ku ji bo girtin û binçavkirina hemwelatiyan û bi taybet çalakvanên medenî û rojnamevanan weke mafiya tevdigere û di serkûtkirina gel de xwedî dîrok e, di kêlek karê xwe yê mafiyayî de, weke berdevkê MÎT a Tirk tevdigere. Ew saziya mafiyayî piştî her êrişeke dijmin, demûdest nûçeyê radigihîne û di hinek mijarên weke serlêdana Hakan Fîdan ji bo Iraq û Başûrê Kurdistanê nûçeyên derew belav dike. Di helekê de ku heman herêma Pêncwînê di heman rojê de di nav agir de dişewitî û diviya ku hemû saziyan ji bo tefandina agir çûbane alîkariya gel, guh nedan wê rewşê û nûçeyên derew belav kirin û weke 'kasika ji şorebê germtir' isbat kir ku çawa beşeke ji MÎT a Tirkî ye û gelê Kurd divê beramber wan hişyar tevbigere. 

Her çend ew yek tişteke ecêb nîne û em dizanin ku ew dezgeha heman partiyê ye ku di civînên piştî aşbetalê de şûna wêneyên şehîdan, wêneyên Xumeynî dadinîn, lê ji ber ku me dît nûçeya wan di milê ragihandinê de hatiye belav kirin, me pêwîst dît ku wê daxuyaniyê bidin. 

Em di gel ragihandina wê yekê ku dezgeha navxirab a qaşo antîterorê ya PDK’ê bûye beşek ji MÎT a Tirkan û weke ajansa wan a nûçeyan kar dike û awayeke nû yê nokeriyê temrîn û antroman dike, ji dezgehên ragihandin û çapemniyê jî dixwazin ku asta xwe bi qasî neyinin asta wê dezgehê û ger niyeta wan jî heye ku nûçeyên wan vebêjin, her car bêjin ku wê dezgehê heya niha çi nûçeyek belav kiriye, şik û guman tê de heye! Ew yek pêdiviyek nûçegehanî û exlaqê rojnamevaniyê ye. Rojnamevanî kareke pisporane ye, lê ew yek nabe sedem ku mirov piştevaniya tekoşîneke mafdar neke."

Di dawiya daxuyaniya PJAK'ê de hate gotin, "Em di nava şoreşekê de ne û hemû nûçeyên erênî û neyinî yên girêdayî têkoşînê di yekem derfet de ji gelê xwe û raya giştî re radigihînin. Lewma em ji gelê xwe jî dixwazin ku dema bihîstina her nûçeyekê, ser hemdê xwe bin û wan nûçeyan bi rêya çavkaniyên fermî yên tevgera me erê bikin. Bi hêviya rojekê ku nerastî û gemarî ser rûyê jiyana rûniştvanê ser erdê nemîne!"