PJAK: Şehîd Simko destana Qendîlê kir modela xebat û rêbaza tîje rêwî ya gelê me

PJAK’ê bi munasebeta salvegera 11’emîn a şehadeta fermandarê mezin Simko Serhildan daxuyaniyek da û ragihand; “Şehîd Simko destana Qendîlê kir modela xebat û rêbaza tîje rêwî ya gelê me.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) fermandarê mezin Simko Serhildan (Mecîd Kaviyan) di salvegera 11’emîn a şehadeta wî de bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Destana Qendîlê ya di sala 2011’an de yek ji şerên çarenivîs ên dîroka PJAK’ê tê zanîn e. Fedakariya fermandarê vê destana dîrokî Şehîd Simko Serhildan (Macîd Kaviyan) li qada Qendîlê rûpelên zêrîn ên vê dîrokê nivîsandiye. Em di 3’yê Îlonê de di  salvegera 11’emîn şahadeta Şehîd Simko de bi bîr tînin.

Destana Qendîlê, bi saya şer û xebata berxwedana hêzên gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê îspat kir ku dijminê faşîst û sondxwarî, bi taybet rejîma şoven a Îranê di projeya jenosîda çand û fizîkî şikestiye û wê negihî ti encamê.

Vî şerî gelek tişt îspat kir, ji vane jî nêzîkkirina gelê Kurd li azadiyê û neteweyek demokratîk, hemûya teqdîr kir ku hêza gerîla wê bi piştgiriya gelê me têk neçe û serdema êrişên faşîstên dewletxwaz û kapîtalîst bi armanca tinekirina gelê bindest ber bi dawî diçe. Di esasê de destana Qendîlê zenga tinebûnê ji faşîzmê re lê da.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) destnîşan kir ku bi destana Qendîlê re tevgera gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê qateke din bi hêz bûye û wiha didome: “Her dema ku biryar bide, bi rêbaza tijî rêwî, dikare bi hezaran zarokên xwe yên azad ên weke Simko bişîne qada azadî û demokrasiyê. Li sîbera fermandar Şehîd Simko qonaxekê dest pê kir ku hîn gelê me ji destketiyên li riya bidestxistina azadiyê sûdmend dibe. Di riya dijwar a têkoşîna ji bo azadî û demokrastiyê de şehîd Simko destana Qendîlê kir modela xebat û rêbaza tîje rêwî ya gelê me.”

PJAK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de şehîd Simko bi bîr anî û bang li gel, bi taybet ciwan, jin û tevahiya çînên bindest kir ku rêbaza azadî û demokrasiyê ya Şehîd Simko berdewam bikin. Her wiha ji ciwanan xwest ji bo berdewamkirina rêya fermandar Simko tevlî nava refên gerîla bibin û ragihand: “Ev rê yekane rê ye ku garantiya jiyana azad û bextewariya gelê me dike û ber bi azadiyê ve dibe.”