PJAK: Êrîşên faşîst ên Tirkiyeyê qirkirina gelê Kurd e

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) derbarê êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyê, ya li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê hate got: "Welatên dagirker ên li Kurdistanê di çarçoveya konsept û planên hevbeş de, êrîşî Tevgera Azadîxwazên Gelê Kurd dike û hewl dide ku tine bikin.

Em vê carê jî dibînin ku bi ruhê hevpeymaniya berê ya li dijî gelê Kurd bi hevpeymaniyekî nû zindî dikin.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin,“Tevlîbûna Îranê ya li planê jî mîsoger e, hem bi awayê rasterast topbaran dikin û ji hêla agahdarkirinê ve alîkariyê dikin û rê dide ku di deriyê sînor re biçin û werin. Bêguman rewşa dorpêça aborî a li ser Îranê ku vegera cih derfeteke ji bo dorpêçan, her wiha zemînek e ji bo alîkariya Îranê di plana qirkirina gelê Kurd de.”

Di daxuyaniya PJAK’ê de ev jî hate diyarkirin û hate gotin, “Divê neyê jibîrkirin ku piştî qonaxa plana Tevgera Apoyî ku bi wê nayê sinordarkirin, her wiha wê hemû alî, hêzên Kurdistanê gelê Kurd di nava xwe de bigre. Ji ber wê jî tevlîbûna hinek ji aliyên Kurd yên ku bi kirê û hêzên Kurdî yên ku di wê palanê de cih digrin, bi destê xwe gora xwe dikolin. Ev jî tê wê wateyê ku tinekirina PKK’ê û Tevgera Apoyî ku wê tinekirina xeta berxwedanê û bi giştî gelê Kurd be.”

PJAK bi domdarî wiha got: “PJAK daxwaz ji wan hêz û aliyan dike, ku di wê plana dagirkeriyê de cih digrin, li ser xwe bifikirin, dest ji kirêkariya xwe a li gel dujmin berdin û li rex gel cih bigrin. Di vê qonaxê de ji hemû aliyan zêdetir hemû gelên me yên li her çar parçeyên Kurdistanê divê hemû yek helwesta neteweyî û nîştîmanî nîşan bidin û kolanan bikin qada xwepêşandanan.”

ÊRÎŞÊN FAŞÎST A TIRK QIRKIRINA GELÊ KURD E

Êrîşeke berfireh ji aliyê dewleta dagirker a Tirkiyê ve li gel welatên navçeyê û hinek aliyên Kurdistanê ên bi kirê êrîşî gelê me dikin, pêngaveke nû ya qirkirinê li Şengal, Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medyayê daye destpêkirin. Bêguman ev êrîş jî bi çarçoveya konsept û planeke bi çend aliyan û cîhanî de tê meşandin, ev êrîş jî li ser destkeftiyên Kurd bi armanca tinekirin û ji holê rakirinê ye, ku ne tenê li ser aliyekî yan jî li ser tevgerekê ye, têkildarî wê eger em bi baldarî tev negerin ew mijar wê bibe pêngavekî destpêk ji dagirkirina tevahiya Kurdistanê re.

Di heman demê de ji hemû caran zêdetir gelê me nêzîkî azadiyê bûyî, bi çarçoveya konsept û plana hevbeş êrîşê dibin ser Tevgera Azadîxwaz a gelê Kurd û hewl didin ku tine bikin. Her wiha vê carê jî dibînin ku bi ruhê hevpeymaniya berê a li dijî gelê Kurd, di bedenekî hevpeymaniya nû de zindî dikin.

Dewleta dagirker a Tirkiyê li herêmê xwedî projeyekî nû ya Osmanî ye, dixwazin di pêngava yekem de li cihên berê vegerin sinorên Mîsaqê Mîlî pişt re jî vegera wan ya li serdema desthiladariya Xelîfetiya Osmaniyan a ser asta cîhana Îslamgeriyê, ew proje jî bi hatina ser kar ya AKP’ê ve hatiye destpêkirin. Di destpêkê de jî ji desthilata xwe ya li Tirkiyê bi rê ket.

Weke tê zanîn beriya destpêkirina wan êrîşan xeta dîplomasî li herêmê kirin, hem daxuyniya wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê a li dijî hebûna hêzên PKK’ê a li axa Îranê hem jî hevdîtina Tahran – Enqere a bi asta Wezîrên Karûbarên Derve, di heman demê de berî wan hevdîtinan serdana rayedarê MÎT’ê Hakan Fîdan a Bexdayê û hevdîtina li gel Mustefa Kazimî bêguman diyar e, dibe ku li ser wan kampanya şerê taybet li beramberî Tevgera Apoyî ku ev demeke destpêkiriye, zêdetir bikin.

Di dawiyê de carek din ew êrîşên faşîst ên Tirkiyê, rêveberên wê planê û beşdarvanên cîhanî, herêmî û Kurdistanê şermezar dikin.''