PJAK: Çarenûsa Kurdistanê girêdayî serketina gerîla û yekîtiya gelan e

PJAK: Asta berfirehbûna şer gihaye wê yekê ku çarenûsa partiyên Kurdî yên her çar parçeyan bi hev ve daye girêdan. Ji ber ku Tevgera Apoyî, her çar beşên Kurdistanê weke malekê rêxistinkiriye, hemû muxalefet jî rû bi rûyê rastiyeke wiha ne.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di nixandinên xwe yên nava hefteyê de têkildarî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê kirî diyar kir ku komkujî û dagirkeriya li gelek herêm û navçeyên Başûrê Kurdistanê bi rêbaz û rengên cuda bi hevkariya siyasî berdewam e. PJAK’ê anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê dagirkerî hêdî hêdî û dagirkirina giştî welat gihaye aseke metirsîdar a tirsnak.

PJAK’ê bal kişand ser rewş siyasî ya Rojhilata Navîn û diyar kir ku Rojhilatê Kurdisanê ji beşên din ên Kurdistanê bandor dibe, her wiha Îran jî ji rewşa bûyerên li Rojhilata Navîn rû dide bandor dibe û got: “Ev jî wisa li me dike ku em bi lêhûrbûneke rast a demê, stratejîk, bi bername û taktîkên qonaxê diyar bikin, li gorî wê ji bo rewşên niha û siberojê rû bide amade bin.”

PJAK anî ziman ku bûyer û pêşketinên mîna siyasî, netewî, civak û aborî yên niha li Tehranê rû didin, li dijî rewşa giştî gelê Kurd, Belûc, Azarî, Ereb û gelê din e. PJAK da xuyakirin ku mehane rewşa aboriya Îranê dikeve qonaxeke nû ya hilweşanê û ji navçûnê û got: “Ekolojî, krîzên aborî û qeyranên siyasî zêdetir bûne, ber bi krîzên şaristanî û rewşa civakî ber bi hilweşîneke metirsîdar a cidî ve diçe.”

PJAK anî bibîr xist ku muxaleftên li Îranê nikarin ji bo gel biber bersiv û daxwazên gel pêk bîne û heta gel bê hêvî kiriye û got: “Mûxalefeta Îranê bi awayekî ne bawer serhildan û bihara gelan li Îranê paş xistiye. Eger ev muxalefat xwe neguhere, ne dûre ku serhildan û şoreş rû bi rûyê krîz û dabeşkirina li ser destê dijminan bibe. Hemû rejîmên dagirkerên Kurdistanê rêya şer û krîzê hilbijartine, ev jî barê civakê giran dike.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), bal kişand ser hevkariya NATO ya ligel dewleta Tirk a dagirker û wiha pêde çû: “NATO timî bi berfirehkirin û zêdekirina hêz û desthilatiya xwe ya li dijî gelê Kurd e. Demokrasiya Ewropa ligel sîstema Erdogan a li ser Kurdan nêzîkî yek in, hevûdu xwedî dikin; di heman demê de li dijî hev di nava pêşbazî û nakokiyan de ne.”

PJAK’ê li ser nakokî û yekîtiya gelê Kurd jî ev got: “Îro li çar parçeyên Kurdistanê li ser ‘Yekîtiya Netewî’ û ‘Ji hev cudakirina beşên Kurdistanê’ nîqaş tê kirin. Beşek ji muxalefetan di nava nakokî û dijberbûnê de ne. Nasyonalîstan û beşek ji partiyên kilasîk pişta xwe dane netew-dewletê cihê xwe di nava van nakokî û dijbertiyê de girtine. Ev jî derba herî mezin a li yekîtiya netewî dayîne.”

PJAK’ê qala berxwedana li Zap, Avaşîn û Metîna jî kir û diyar kir ku li qadên gerîla bûne navendên berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û ji niha ve destanên pîroz dinivîstin û got: “Asta berfirehbûna şer gihaye wê yekê ku çarenûsa partiyên Kurdî yên her çar parçeyan bi hev ve daye girêdan. Ji ber ku Tevgera Apoyî, her çar beşên Kurdistanê weke malekê rêxistinkiriye, hemû muxalefet jî rû bi rûyê rastiyeke wiha ne.”